Baxçelî ji bo Ocalan statuyek pêşniyar kir û got dê baştir xizmeta Tirkyeyê bike

Bahceli-ocalan-statu-Info

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî ragihand ku gotûbêjkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e û pêşniyar kir ku Ocalan bi nasnavê “Koordînatorê Pêvajoya Aşitiyê û Siyasîbûnê” kar bike.

Dewlet Baxçelî îro, roja Sêşemê 5ê Gulana 2026an, di civîna koma MHPê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî. Di rojeva Baxçelî de pêvajoya çareseriyê û mijara Ocalan hebû. Baxçelî diyar kir ku pêvajoya niha projeyeke paşerojê ye û ji bo pêşketina Tirkiyeyê gelekî girîng e.

Serokê MHPê di axaftina xwe de bal kişand ser armanca pêvajoyê û got:

“Tirkiyeyeke bêtiror ne teslîmiyet e û ne bazariya li gel rêxistina terorê ye. Tirkiyeyeke bêteror mijareke jiyanî û girîng e.”

Baxçelî careke din qala statuya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û ragihand ku ji bo wan gotûbêjkirina pozîsyona Ocalan girîng e. Baxçelî xwest ku Rêberê PKKê di bin navekî de erkê xwe bi cih bîne û got:

“Ji bo statuya Ocalan pêşniyara navê ‘Koordînatorê Pêvajoya Aşitiyê û Siyasîbûnê’ dikim.”

Baxçelî got ku divê ev yek bi awayekî ku di berjewendiya Komara Tirkiyeyê de be û xizmeta armanca Tirkiyeya bêteror bike, bê nirxandin.