CNN: Şerê desthilatê li Tehranê rê li lihevkirina ligel Trump girtiye

CNN: Şerê desthilatê li Tehranê rê li lihevkirina ligel Trump girtiye

Tora nûçeyan a Amerîkî (CNN) di raporteke taybet de eşkere kir ku duberekiyên kûr ên di navbera baskên desthilatê yên li Tehranê de, bûne astengê herî mezin li pêşiya her hewildaneke ji bo agirbest û lihevkirina ligel Waşîntonê. Li gorî raportê, Îran di nava “şerê desthilatê” de ye û navenda biryardanê piştî serdemekê tûşî pirt û belavbûnê bûye.

Raport destnîşan dike ku baskên tundrew di nav Artêşa Pasdaran de, bi taybetî koma ku bi navê “Eniya Paydarî” tê naskirin, her derfeteke lihevkirinê leng dikin. Ev aliyê tundrew bi rêya kontrolkirina medya, parlamen û zextên li ser cadeyê, dijberiya her danûstandinekê ligel îdareya Donald Trump dikin. Ew her lihevkirinekê wekî “teslîmbûnê” pênase dikin û daxwaza berdewamiya şer dikin.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev hevrikiya navxweyî bi taybetî piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî, ku di destpêka şer de rû dabû, gihîştiye lûtkeyê. Nebûna serokatiyeke yekgirtî bûye sedem ku rayedarên Amerîkayî, wekî Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio, serokatiya nû ya Îranê wekî “pirt û belav” wesf bikin û ragihînin ku Tehran nikare biryareke yekalî bide.

Di vê navberê de, Waşînton hîn jî li benda bersiva fermî ya Tehranê ye derbarê pêşniyara dawî ya ji bo bidawîkirina şer û vekirina Tengava Hurmizê. Tevî ku Trump û Rubio pêşbînî dikirin ku di nava çend saetan de encamek bi dest bixin, lê duberekiyên navxweyî yên Îranê pêvajoya danûstandinan rawestandiye. Ev rawestandin di demekê de ye ku şerê heyî zêdetirî du meh in bi dijwarî berdewam dike.