Hakan Fîdan: Vegera şer wêrankariyê zêdetir dike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li paytextê Qeterê Dohayê, tevî Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xist. Fîdan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rageşiya li herêmê û bang li aliyan kir ku ji bo aramiya gerdûnî rê li ber şer û wêrankariyê bigirin.
Wezîrê Derve Hakan Fîdan îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026an) destnîşan kir ku divê Tengava Hurmizê wekî çek neyê bikaranîn. Fîdan got: “Bikarneanîna Tengava Hurmizê wekî amûreke şer, hem ji bo aramiya herêmî û hem jî ji bo aboriya cîhanê krîtîk e. Em hêvî dikin ku azadiya hatinûçûna deryayî li vê tengavê were parastin, ji ber ku şer ne çareserî ye û tenê wêrankariyê bi dû xwe de tîne.”
Hakan Fîdan eşkere kir ku pêşveçûnên dawî yên li herêmê dihêlin ku Tirkiye û Qeter di nav şêwir û koordînasyoneke hîn xurtir de bin. Her wiha Fîdan piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo hewildanên navbeynkariyê yên Pakistanê anî ziman û got: “Em piştgiriyeke mezin didin wan danûstandinên ku Pakistan serkêşiya wan dike. Armanca me ya hevpar rawestandina şer û bidestxistina encamên berhemdar e.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi tundî rexne li polîtîkayên Îsraîlê girtin. Fîdan destnîşan kir ku kiryarên Îsraîlê êdî ji sînorên herêmî derketine û bûne pirsgirêkeke ewlehiyê ya gerdûnî. Fîdan bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî van siyasetên ku aştiyê dixe metirsiyê, helwesteke zelal nîşan bidin.