Erdogan: MÎT ji bo lezkirina pêngava çekdanîna PKKê kar dike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Teşkilata Hewalgiriya Neteweyî (MÎT) ji bo lezkirina proseya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava liv û tevgerê de ye. Erdogan herwiha aşkere kir ku amadekariyên teknîkî û hiqûqî yên ji bo nivîsandina destûreke nû, sivîl û azadîxwaz bi dawî bûne û di demeke nêz de dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 16ê Gulana 2026an di dema vegera xwe ya ji Kazaxistanê de di firokeyê de daxuyaniyek da rojnamevanan. Erdogan bal kişand ser qonaxa dawî ya “pêvajoya aştiyê” û diyar kir ku di vê çarçoveyê de gavên wêrek hatine avêtin. Erdogan wiha got: “Di 18 mehên borî de me pêşketineke berçav bi dest xist û em bi ser gelek astengiyên eşkere û veşartî yên li pêşiya sîstemê de zal bûn.”
Erdogan destnîşan kir ku armanca bingehîn a dewletê avakirina “Tirkiyeyeke bê teror” e û ev serkeftin dê yekîtiya neteweyî ya 86 mîlyon welatiyên Tirkiyeyê hîn xurtir bike. Serokkomar herwiha li ser mekanîzmaya kar a pêvajoyê got: “Niha dezgeha me ya hewalgiriyê (MÎT) ji bo lezkirina proseya çekdanîna PKKê kar dike. Di heman demê de, ‘Komîsyona Hevgirtin, Birayetî û Demokrasiya Niştimanî’ ya ku di bin sîwana parlamentoyê de hatibû avakirin, nexşerêyeke berfireh li ser bingeha lihevkirinê amade kiriye.”
Serokkomarê Tirkiyeyê bêyî ku navê tu alî yan rêxistinekê bide, rexne li daxuyaniyên hinek derdoran girtin û diyar kir ku hinek alî bi zanebûn hewla xistina astengiyan didin, lê hikûmet dê bi biryardarî vê pêvajoyê bigihîne encama dawî. Derbarê guhertina makeqanûna welat de jî, Erdogan tekez kir ku destûreke nû êdî ji dirûşmên siyasî derketiye û bûye pêdiviyeke niştimanî. Wî eşkere kir ku amadekariyên wan qediyan e û ew ê destûreke sivîl, berfireh û rizgarker pêşkêşî gel bikin daku sîyaset êdî daxwazên milet piştguh neke.
Ev “pêvajoya nû” di Cotmeha sala 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribû, dema ku wî li parlamenê bangeke surprîz li Abdullah Öcalan kiribû daku banga hilweşandina PKKê bike. Di encama vê nexşerêyê de, Ocalan diAdar û nîsana borî de hatûçûna şandeyan qebûl kir û di 27ê Sibata 2025an de bangeke dîrokî kir ku tê de dawîhatina stratejiya têkoşîna çekdarî ragihand. Li ser vê banga fermî, PKKê di 12emîn Kongreya xwe ya Giştî de (di navbera 4 û 5ê Gulana 2025an de) biryara dawîhatina li hebûna xwe ya rêxistinî da û bi vî rengî prose derbasî qonaxa radestkirina çekan bû