New York Times: Îran razî bûye dest ji Uranyuma zengînkirî berde

New York Times: Îran razî bûye dest ji Uranyuma zengînkirî berde

Rojnameya Amerîkayî “New York Times”, ji zarê berpirsên payebend ên Amerîkayê eşkere kir ku Îranê qebûl kiriye dest ji embarên xwe yên uranyuma zengînkirî ya asta bilind berde. Ev pêngav wekî yek ji şertên herî giring ên lihevkirina pêşniyarkirî ya li gel Washingtonê tê dîtin, ku armanca wê bidawîanîna aloziyan û vekirina Tengava Hurmizê ye.

Li gorî raportê, her çend mekanîzma rizgarkirina ji uranyuma zengînkirî hîn bi temamî nehatiye diyarkirin û hûrgiliyên wê bo gera nû ya danûstandinan hatine paşxistin jî, derxistina beyannameyeke giştî ji aliyê Tehranê ve wekî pêngaveke yekalîker tê nirxandin. Hat ragihandin ku îdareya Donald Trump ji ber fikarên berhelistiya Komarparêzan a li nav Kongrêsê, girîngiyeke mezin dide vê bendê.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tehranê di destpêkê de bi tundî red kiriye ku dosyaya uranyumê bixe qonaxa yekê ya lihevkirinê. Lêbelê, piştî ku danûstandinkerên Amerîkayî bi rêya navbeynkaran hişyarî dan Îranê ku eger ev merc neyê qebûlkirin Washington dê ji danûstandinan vekişe û êrîşên serbazî bide destpêkirin, aliyê Îranî neçar bûye vê bendê qebûl bike.

Di raportê de rûpelên nepenî yên plana serbazî jî hatine eşkere kirin. Hat diyarkirin ku plandanerên serbazî di rojên borî de ji bo bombebarankirina bingeha atomî ya Esfehanê – ku tê texmînkirin piraniya uranyumê li wir e – çend bijarde pêşkêşî Serok Donald Trump kirine. Di nav van bijardeyan de bikaranîna “bombeya keleh-şikên” û operasyoneke komando ya hevpar a Amerîkayî-Îsraîlî jî hebûye, lê Trump ji ber rîskên mezin ev operasyon qebûl nekiriye.

Li gorî zanyariyan, niha di destê Îranê de nêzîkî 439 kîlogram (970 pawend) uranyuma zengînkirî ya bi rêjeya %60 heye. Ji bo çareserkirina vê, du bijardeyên sereke li ser maseyê ne: Veguhastina uranyumê bo Rûsyayê (mîna lihevkirina sala 2015an) an jî kêmkirina asta zengînkirina wê bo asteke nizm.

Li beranberî van pêngavên Îranê, lihevkirin azadkirina bi milyaran dolaran ji darayiyên astengkirî yên Tehranê vedigire. Lêbelê, wekî garantiyekê ji bo berdewambûna danûstandinan, şert hatiye danîn ku piraniya vî pereyî di nav sindoqeke avadankirinê de were parastin û Tehran nikaribe bi temamî destê xwe bigihînê heta ku lihevkirina dawiyê bi fermî pêk tê.