Qalîbaf cara sêyem wek Serokê Parlamena Îranê hat hilbijartin

Qalibaf

Mihemed Baqir Qalîbaf bi piraniya dengên parlamenteran, ji bo sala sêyemîn li pey hev wek Serokê Parlamena Îranê (Encûmena Şûraya Îslamî) hat hilbijartin.

Li gorî ajansa “Fars”, sibeha îro 25ê Gulana 2026an, hilbijartinên ji bo desteya serokatiya parlamena Îranê birêve çûn. Di encamê de, Mihemed Baqir Qalîbaf karî baweriya piraniya endaman bi dest bixe û wek serokê xula 12an a parlamenê di postê xwe de bimîne.

Li Îranê, her sal di 7ê meha Xurdadê de (li gorî salnameya Şemsî), ku salvegera damezrandina parlamenê ye, hilbijartinên navxweyî yên ji bo desteya serokatiyê û komîteyan têne encamdan.

Desteya serokatiya parlamenê ji 12 kesan pêk tê: Serok, 2 cîgirên Serok, 3 çavdêr û 6 sekreter.

Herwiha parlamena Îranê ji 13 komîteyên pispor û taybet pêk tê. Her komîteyek ji 6 endaman pêk tê ku di nav xwe de serokek, du cîgir, berdevkek û du sekreteran hildibijêrin.

Li gorî peyrewê navxweyî, endamên desteya serokatiya parlamenê bi dengdana rasterast a hemû parlamenteran têne hilbijartin, lê serokên komîteyan tenê ji aliyê endamên hundirê komîteyê ve têne hilbijartin.