CENTCOM: Me ji bo parastina xwe êrîşî hêzên Îranê kir

Centcom-iran-26

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li başûrê Îranê êrîşî çend belem û binkeyên mûşekî yên Îranê kiriye. Medyaya Îranî jî dibêje, di êrîşan de 4 kes hatine kuştin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Captain Tim Hawkins îro 26ê Gulana 2026an ji tora Fox News re ragihand, hêzên wan li başûrê Îranê operasyoneke serbazî pêk aniye.

Hawkins destnîşan kir, ev êrîş di çarçoveya “mafê berevaniya li xwe” de hatine kirin da ku hêzên Amerîkî ji gefên Îranê bêne parastin. Li gorî daxuyaniya wî, firokeyên Amerîkayê binkeyên mûşekî û çend belemên Îranî kirine armanc ku hewl didan di deryayê de mînan diçînin.

Ji aliyê din ve, ajansa “Daneshju” ya Îranî li ser zarê jêderên herêmî belav kir, firokeyên şer ên Amerîka û Îsraîlê li başûrê Girava Larkê hin perçeyên deryayî kirine armanc û di van êrîşan de 4 kes hatine kuştin.

Herwiha ajansa “Tasnim” a Îranî ragihand, dengê sê teqînên mezin li bajarên Bender Abbas, Sîrîk û Jask hatine bîstin.

Berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê eşkere kir, du belemên Supaya Pasdaran di dema çandina mînan de li Tengava Hurmizê hatine dîtin û ji aliyê hêzên wan ve hatine jinavbirin. Herwiha Amerîkayê bersiva binkeyeke mûşekî ya li Bender Abbasê daye ku firokeyên wan kiribû armanc.

Girava Larkê ku dikeve nêzîkî Tengava Hurmizê, herêmeke stratejîk a navneteweyî ye. Di heftiyên dawî de, Washington û Tehranê hevdu bi gefxwarina li trafîka deryayî û çandina mînan li vê tengavê tawanbar dikin.

Ev êrîş di demekê de ne ku tevî hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiyê, aloziyên serbazî yên li navçeyê her ku diçe zêdetir dibin.