Nexşerêya nû ya Îmralî eşkere bû; ji çekberdanê ta koçberkirina 200 serkirdeyên PKKê

Nexşerêya nû ya Îmralî -Net

Di çarçoveya pêşhatên proseya Îmralîyê de, reşnivîsa yasayeke çarçoveyî ya ji 9 xalan pêktê hate amadekirin. Li gorî deqa pêşniyarê, dê mohleta salekê ji bo wan çekdarên PKKê bête dan yên ku çekê xwe dideynin, di heman demê de dê bo dema 5 salan qedexeya karê siyasî li ser wan bête sepandin.

Piştî zincîreyeka kombûnan di navbera dezgehên ewlehî yên Tirkiyeyê, serokê PKKê Abdullah Ocalan û serkirdayetiya PKKê de, reşnivîsa projeyasayeke taybet bi çekberdanê û çarenivîsa rêberên PKKê hatiye darêştin.

Medyaya Tirkiyeyê îro roja sêşemî 2ê Hezîrana 2026an çendîn hûrgilî û xalên vê projeyasayê belav kirin ku li ser sê teweran hatine dabeşkirin:

Dosyaya vegera gerîlayan bo Tirkiyeyê: Ji bo wan çekdarên divên çekî deynin û vegern nav axa Tirkiyeyê, dê bo dema salekê mafê pêşkêşkirina daxwaznameyan hebe.

Dosyaya kadrên rêveber: Tê çaverêkirin nêzîkî 200 kesan ji kadrên rêveber yên rêxistina PKKê li şûna Tirkiyeyê, rewaneyî welatên sêyem bên kirin.

Qûnaxa yasayî ya piştî hilweşandinê: Deqên yasayî, awayê lêpirsîn, vekolîn û dadgehkirina endamên PKKê, dê piştî qûnaxa hilweşandina fermî ya PKKê bêne ronkirin û diyarkirin.