Li Hesekê keçeke 12 salî ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin

Li Hesekê keçeke 12 salî ji aliyê "Ciwanên Şoreşger" ve hat revandin

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine bi dest xistin, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), di 8’ê Gulana borî de keçeke 12 salî ya bi navê Zeyneb Ebdulreûf Hemo revandiye. Hat ragihandin ku Zeyneb keça welatiya bi navê Rûken Xanim e û ev rûdan bûye sedema fikar û nerazîbûneke berfireh di nav raya giştî ya herêmê de.

Piştî rûdana bûyerê, di dîmenekî vîdyoyî de ku li ser torên civakî hat belavkirin, yek ji xizmên malbatê bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku bi lezgînî bikevin tevgerê. Di bangawaziyê de daxwaza aşkerekirina çarenûsa Zeynebê û vegerandina wê ya tavilê ji bo nav malbata wê hat kirin.

Ev rûdan di demekê de qewimiye ku beriya niha ji bo rûbirûbûna diyardeya leşkerkirina zarokan peyman hatibûn îmzekirin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlim Ebdî di sala 2019’an de, ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Zarok û Şerên Çekdarî Virginia Gamba, planeke xebatê ya hevpar îmze kiribû ku armanca wê bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokên bin 18 saliyê û parastina wan ji pevçûnên çekdarî bû.

Çavdêrên siyasî û leşkerî yên herêmê balê dikişînin ser vê yekê ku ev kiryar wekî berdewamiya diyardeyeke sîstematîk tê dîtin. Li gorî nirxandinên pisporan, armanca sereke ya van revandinan ew e ku zarokên temenbiçûk di bagerên perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî re derbas bikin û di qonaxa dawî de wan tevlî rêzên rêxistinên çekdarî yên girêdayî partiyê bikin.

Li aliyê din, malbata Zeynebê ragihand ku hewldanên wan ên ji bo gihîştina bi keça wan bêencam mane û daxwaza xwe ya ji bo azadkirina wê ya bilez dubare dikin. Hevdem ligel vê yekê, bangawaziyên saziyên sivîl û hiqûqî yên ji bo vekirina lêkolîneke serbixwe û sizakirina berpirsên vê revandinê her ku diçe zêdetir dibin.