Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîrana 2026an di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser çend mijarên giring ên rojevê. MesrûrBarzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina aboriya Iraqê û baştirkirina pêwendiyên dualî nîşan da.
Xalên sereke yên axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
* Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin.
* Em bi aliyên siyasî re rûpeleke nû vedikin.
* Em dixwazin alîkariya aboriya Iraqê bikin.
* Hefteya bê derbarê mijara petrolê de guftûgoyên nû dest pê dikin.
* Di warê dabînkirina elektrîkê de ezmûneke me ya serkeftî hebûye.
* Em nêzîkî du hezar megawat elektrîkê didin Iraqê.
* Em dixwazin xetimîna siyasî li Herêma Kurdistanê bidawî bibe.
* Pêwîst e hemû alî bîr li berjewendiyên Kurdistanê bikin.
* Ji bo civîna PDK û YNKê, ti demeke diyarkirî nehatiye destnîşankirin.
* Li her welatê ku qanûn lê serwer be, ew welat dibe xwedî aramî.
* Berê hewldaneke cidî hebû ku aboriya Herêma Kurdistanê were lawazkirin.
* Hefteya bê li ser sîstema ASYCUDA dê nîqaşên cidî werin kirin.