Amerîkayê axa Îranê bombebaran kir û Tehranê bersiv da

Li ser fermaneke rasterast ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, firokeyên şer ên Amerîkayê çend bingehên serbazî û sîstemên berevaniya esmanî di nav axa Îranê de bombebaran kirin. Li aliyê din, Artêşa Pasdaran a Îranê jî bi avêtina mûşek û dronan bersiv da bingehên Amerîkayê yên li herêmê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berbanga îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026an) bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser fermana rasterast ya Serok Donald Trump, wan dest bi weşandina gurzên serbazî li ser çend armancan di nav axa Îranê de kiriye. Amerîka van operasyonan wekî “çalakiyeke berevankirina ji xwe” wesf dike.
Li gorî beyannameya CENTCOMê, firokeyên şer ên Hêza Esmanî û Hêza Deryayî ya Amerîkayê di vê operasyonê de, bi rêya bikaranîna teqemeniyên hûr û sîstemên pêşkeftî çend xalên stratejîk ên li nêzîkî Tengava Hurmizê kirine armanc. Di nav cîhên hatine lêdan de sîstemên berevaniya esmanî ya Îranê, westgehên kontrola zevî û radarên çavdêriya kenaraviyan cih digirin. CENTCOMê tekez kir ku ev bersivdaneke hevseng bûye li beramberî xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkî ji aliyê Îranê ve û êrîşên li ser keştiyên bazirganî.
Ji aliyê xwe ve, medyayên fermî yên Îranê piştrast kirin ku teqînên bihêz li parêzgeha Hurmizganê, Bendera Ebasê, girava Qişm û devera Sîrîkê rû dane. Televîzyona fermî ya Tehranê diyar kir ku di encama êrîşan de du embarên avê hatine hingaftin û ava vexwarinê li devera Bamaniyê qut bûye. Di heman demê de, Artêşa Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk û dironan êrîşî bingehên Amerîkayê yên li Behreyn, Kuweyt û Urdunê kir. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser rewşê hişyarî da û got: “Em tu gefan bê bersiv nahêlin.”
Berpirsekî Amerîkayî ji rojnameya “New York Times”ê re ragihand ku piraniya mûşek û dronên Îranê berî ku bigihin armancên xwe, di esman de hatine teqandin. Li gorî nirxandinên destpêkê, tu zirarên canî di nav rêzên artêşa Amerîkayê de nînin û tu zirarên mezin jî negihîştine bingehên wan ên serbazî.
Ev rûdana serbazî piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026an) li ser tora civakî ya “Truth”ê eşkere kiribû ku hêzên Îranê helîkoptereke wan a ji cûnê “AH-64 Apache” di dema dewriyeyê de li ser Tengava Hurmizê hingaftiye. Trump dabû xuyarkirin ku her du balafirvanên di nav helîkopterê de bi silametî ji aliyê tîmên CENTCOMê ve hatine rizgarkirin, lê Washington neçar e ku bersiva vê pêngava Îranê bide.