Serok Barzanî: Komkujiya Zîweyê nekarî îradeya gelê Kurdistanê bişkîne

Serok Mesûd Barzanî di 41emîn salvegera bombebarankirina kampa Zîweyê de peyamek weşand û ragihaqnd, Karesata Zîweyê rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de.
Serok Barzanî îro 9ê Hezîrana 2026an di peyama xwe de bal kişand ser tawankariya rejîma berê ya Iraqê ku di 9ê Hezîrana 1985an de bi firokeyên şer kampa penaberan a Zîweyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî hov bombebaran kiribû.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Di 9ê Hezîrana 1985an de, rejîma berê ya Iraqê tawankariyeke mezin li dijî gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê rojê de, firokeyên rejîmê bi şêweyekî hov kampa penaberan a Zîweyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir û di encama wê êrîşa nemirovane de, bi sedan jin, zarok, kal, pîr û ciwanên bêguneh şehîd û birîndar bûn.
Karesata Zîweyê rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de. Ew roj yek ji rojên herî xemgîn ên jiyana min bû. Nalîn û şîna dayikan û laşên şewitî û parçekirî yên şehîd û birîndarên Zîweyê, dil û derûna her xwedîwijdanekî dihejand.
Armanca rejîmê ji tawankariya komkujiya Zîweyê û tawanên din, şikandina îradeya penaber, Pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê bû. Lê wan tawanan îradeya Pêşmerge û kurên gelê Kurdistanê ji bo berdewamkirina xebata li dijî sitemkar û desthilatdarên wê demê yên Iraqê biryardartir û bihêztir kir. Di encama wê qurbanîdan, têkoşîn û xebatê de, çarenivîsa zalim û tawanbaran serşorî û şikestin bû û serbilindî û serkeftin jî ji bo gelê Kurdistanê ma.
Di 41emîn salvegera karesata Zîweyê de, em silavê ji bo giyanê pak ê şehîdên Zîweyê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin.