Mesrûr Barzanî û Davutoglu tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê dikin

Masrour Barzani-Davutouglu

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro 9ê Hezîranê pêşwazî li Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, gotûbêj li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendiyan û pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.