Hatîmogûllari: Ocalan ji bo çareseriya pirsa kurd nexşerêyeke nû pêşkêş kiriye

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tülay Hatimoğulları, ragihand ku Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina asêbûna di pêvajoya aştiyê de nexşerêyeke nû amade kiriye. Hatimoğulları destnîşan kir ku Ocalan daxwaza derxistina “qanûna çarçoveyê” dike da ku pirsa Kurd ji bazineya “ewlehî û terorê” derkeve û derbasî qada hiqûq û demokrasiyê bibe.
Hatimoğulları îro Sêşemê (9’ê Hezîrana 2026’an) di gotara xwe ya heftane de eşkere kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldaneke cidî dide destpêkirin da ku bingeheke qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê bêt avakirin. Li gorî daxuyaniyê, şandeya Îmraliyê hefteya borî ligel nûnerên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) civiyaye û daxwaz kiriye ku berî parlamen bikeve bêhnvedana havînê, ev qanûna çarçoveyê bêt derxistin.
Hevseroka DEM Partiyê bal kişand ser girîngiya vê pêngavê û ragihand ku ev qanûn ne tenê rêbaze weke qanûneke teknîkî ye, belkî garantiyeke dîrokî ye ji bo pêkvejiyana gelan. Hatimoğulları bang li desthilatdarî û opozîsyonê kir ku bi hev re xwedî li vê qanûnê derkevin da ku pirsa Kurd li ser bingeha aştî û biratiya wekhev bêt çareserkirin.
Di beşeke din de, Hatimoğulları êrîşên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê şermezar kirin û ragihand ku kampanyayeke navdewletî ya komkirina îmzeyan di bin navê “Komkujiya Elewiyan Rawestînin” de hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku ev îmze dê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamentoya Brîtanyayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) werin kirin. Hatimoğulları hikûmeta Şamê wekî berpirsiyara sereke ya tawanên li dijî jin, zarok û pêkhateyan nîşan da û daxwaza lêkolîneke serbixwe ji saziyên navdewletî kir.
Hatimoğulları di dawiya gotara xwe de tekez kir ku pêvajoya aştiyê di qonaxeke gelekî hestyar de ye û got: “Rêya demokrasî û aştiyê bi zehmet e, lê biryara me heye ku em heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin. Niha berpirsiyarî li ser milê parlamento û desthilatdariyê ye ku pêngavên kiryarkî biavêjin.”