Hewlêr û Bexda li ser parastina kompaniyên petrolê li hev kirin

Hewlêr û Bexda li ser parastina kompaniyên petrolê li hev kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya şandeke bilind a serbazî ya Îraqa federal kir. Di hevdîtinê de, her du alî li ser xurtkirina hevahengiya serbazî ya navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê ji bo nehêştina gefên li ser kompaniyên petrolê û dabînkirina aramiya herêmê li hev kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 14.06.2026) pêşwaziya Supasalarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah û şanda pê re kir. Supasalarê artêşê di civînê de kurtiyek li ser armanca serdana xwe pêşkêş kir û ragihand ku li ser raspardeya Serokwezîrê Federal, ew li Herêma Kurdistanê ne daku ji nêzîk ve çavdêriya ewlehiya herêmê bikin û rastexwe gefên li ser kompaniyên petrolê û jêrxaneya enerjiyê bidawî bînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê xwe ve spasiya hewldanên Serokwezîrê Îraqê kir û piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê diyar kir. Barzanî tekezî li ser giringiya xurtkirina hevahengî û hevkariyên di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê de kir daku bi yekdengî rûbirûyî hemû gef û astengiyên ewlehî û serbazî yên li deverê bibin.

Ev civîna bilind a li paytext Hewlêrê wekî pêngaveke kiryarkî û stratejîk tê nirxandin ji bo bicihanîna daxwazên kompaniyên biyanî yên petrolê daku proseyê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike. Hevahengiya rasterast a serbazî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bingeha sîstemeke nû ya parastinê ye ku armanca wê rûbirûbûna êrîşên bi dron û mûşekan e yên ku jêrxaneya enerjiyê dikin armanc.