Barrack: Amerîka û Herêma Kurdistanê li ser piştgirîkirina Iraqeke xwedî serwerî hevnerîn in

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraqê, di hejmareke civanên astbilind de ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tekezî li ser piştgiriya Waşintonê bo Îraqeke tena û xwedî serwerî kir. Eşkere jî kir ku nîqaşên wan di çarçoveya dîtina Trump bo avakirina “Rojhilata Navîn a Nû” de bûne.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraqê Tom Barrack îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê dilxweşiya xwe bi civînên xwe yên îro yên ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraqê amaje bi wê yekê jî kir ku aliyên Amerîkayî û Kurdî li ser piştgirîkirina Îraqeke pêşkeftî, ku xwedî serweriyeke temam be, hevdeng in.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînan de gelek derfetên stratejîk di warên enerjî û aboriyê de hatine nirxandin. Herwesa nîqaşkirina rêyên li pêş bo baştirkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê tewerekî serekî yê danûstandinan bûye.