DEM Partî ji bo Pêvajoya Aştiyê ber bi parlamenê ve pêngavan diavêje û daxwaza “Qanûna Çarçoveyê” dike

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), bi armanca derxistina “Qanûna Çarçoveyê” ya li ser pêvajoya aştiyê, dest bi trafîkeke berfireh a hevdîtinan kir. Şandê xebatên xwe lezandin da ku ev qanûn berî girtina Parlamena Tirkiyeyê ya ji bo bêhnvedana havînê, bibe fermî.
Ev pêngava DEM Partiyê piştî wê yekê tê ku “Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Niştimanî” ya di parlamenê de, di meha Sibata borî de karên xwe bi dawî kirin. Komîsyonê di rapora xwe ya hevpar de pêşniyara derxistina “Qanûna Çarçoveyê” kiribû. Li ser vê bingehê, DEM Partî û Şanda Îmraliyê bizavên xwe zêde kirine daku pêşniyarnameyê berî fînala xebatên parlamenê ya vê werzê bidin pejirandin.
Di vê çarçoveyê de, Şanda Îmraliyê ya ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthad Sancar pêk tê, serdaneke fermî rasteyî Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.
Piştî bidawîbûna civînê, endamên şandê di daxuyaniyeke çapemeniyê de destnîşan kir ku wan hemû nêrîn, hincet û daxwazên xwe yên derbarê giringiya vê qanûnê de gihandine Serokatiya Parlamenê û daxwaz kirine ku berî betlaneya havînê pêngavên şonkirmî werin avêtin.
Çavkaniyên siyasî û zanyar amajeyê bi wê yekê dikin ku xebatên Şanda Îmraliyê bi vê hevdîtinê bi dawî nabin. Tê çaverêkirin ku şand ji bo peydakirina piştgiriyê, di rojên pêş de serdana serkirde û komên partiyên din ên siyasî yên li parlamenê jî bike.