Tom Barack ji Mazloum Abdi re: Têkiliyên bi PKKê re qut bikin û kadroyên wê ji Rojava derxîn in

Tom-Barak-Mazloum-Abdi-net

Di civîna Hewlêrê de, Tom Barack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, ji Mazloum Abdi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk – HSD xwestiye ku divê têkiliyên li gel PKKê bi tevahî werin qutkirin û kadroyên rêxistinê ji Rojavayê Kurdistanê bên derxistin.

Roja Sêşemê, 16ê Hezîrana 2026an, Tom Barack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Îraq û Sûriyeyê, serdana Hewlêrê kir û li wir li gel Mazloum Abdi civiya.

Washington qutkirina têkiliyên bi PKKê re dixwaze

Li gorî kanala Al-Arabiya Al-Hadath, li ser bingeha çavkaniyên dîplomatîk; di civînê de Tom Barack daxwaziya Washingtonê gihandiye Mazloum Abdi û jê re gotiye ku divê HSD têkiliyên xwe bi tevahî bi PKKê re qut bike û kadroyên wê ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê derxîne.

Tom Barack ji Mazloum Abdi re ragihandiye ku bidawîkirina peywendiyên di navbera HSD û PKKê de, yek ji pêşengiyên sereke yên Washingtonê ye. Çavkaniyan diyar kir ku Barack ne tenê qutkirina têkiliyên bi rêxistinê re, lê di heman demê de derxistina hemû kadroyên PKKê ji herêmên kurdî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî xwestiye.

Entegrasyona leşkerî û îdarî bi Şamê re

Derbarê entegrasyona bi Şamê re jî, Tom Barack ji Mazloum Abdi re gotiye ku li hemberî berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ya girêdayî parastina statuya kurdan, divê entegrasyona leşkerî û îdarî ya HSDê bi hikûmeta Şamê re heta dawiya vê salê bi qede. Hat ragihandin ku Mazloum Abdi jî bi awayekî erênî bersiv daye van daxwaziyên Washingtonê.

Peymanên aborî û enerjiyê

Her wiha di heman civîna Hewlêrê de, danûstandin li ser îmzakirina peymanên petrolê bi şîrketên Amerîkî re hatin kirin. Li gorî planê, kurdên Rojava dê li destpêkê %10 ji dahata zeviyan wergirin û di paşerojê de ev rêje dê zêde bibe.

Serdana Ewropayê ya Mazloum Abdi

Piştî civîna Hewlêrê, Mazloum Abdi serdana Îtalyayê kir ji bo dîtina berpirsên wezaretên dervê û parastinê, û dê berê xwe bide Fransayê jî da ku li ser cîbicîkirina vê nexşerêya nû û entegrasyona bi Şamê re biaxive.