Li Şengalê berpirsekî YBŞê ji aliyê kadroyekî PKKê ve hat kuştin

Li Şengalê berpirsekî YBŞê ji aliyê kadroyekî PKKê ve hat kuştin

Li gorî zanyariyên taybet ên ku ji herêmê hatine bi dest xistin, berpirsekî leşkerî yê bi eslê xwe Ereb di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de, ji aliyê kadroyekî PKKê ve hatiye qetilkirin.

Çavkaniyan dan zanîn ku kes berpirsê tabûreke çekdarên YBŞê bûye di Fewca Tevgerlî ya ser bi Lîwaya Mahir Tiyawî (ku wekî YBŞya Ereb tê naskirin), navê wî Yas Murşid Mihemmed Elî ye (ku bi nasnavê “Ernesto” dihat naskirin, ji dayikbûyî 1997an û xelkê parêzgeha Selahedînê ye), wî hewl daye ji rêxistinê bireve. Lêbelê, di sibeha 7ê Hezîrana 2026an de, hewla wî bi xwînê hatiye sekinandin.

Li gorî zanyariyên hatine piştrastkirin, Yas Murşid ji aliyê berpirsekî payebilind ê PKKê yê bi navê “Mezlûm” (ku bi eslê xwe Tirkmen e, xelkê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî 3 meh in wekî Fermandarê Fewca Tevgerlî hatiye wezifedar kirin) ve bi guleyekê hatiye kuştin. Hat ragihandin ku kujer piştî lêdana guleyê, bi otomobîlê jî di ser laşê wî re derbas bûye û ew li cihê bûyerê hiştiye.

Piştî rûdanê, laşê Yas Murşid ji aliyê hejmarek welatiyên herêmê ve tê dîtin û ji bo Nexweşxaneya Baacê tê veguhestin. Li gorî zanyariyên dawî, heta niha jî termê wî di nexweşxaneyê de tê ragirtin.