Çepên Tirkiyeyê ji DEM Partiyê vediqetin: hevpeymaniyeke nû ya çepgir hat avakirin

Di qada siyaseta Tirkiyeyê de geşedaneke girîng rû da û hat ragihandin ku çend fraksiyon û pêkhateyên çepgir ên Tirk ji nav refên Partiya DEMê veqetiyane. Li gorî zanyariyan, piştî vê parçebûnê di bin pêşengiya çend partiyên sosyalîst de blokeke nû ya siyasî û tîfaqeke nû ya çepgiran hatiye avakirin.
Di vê destpêşxeriya nû de, partiyên mîna Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Partiya Azadiya Civakî (TÖP) cîh digirin. Hate destnîşankirin ku ev bloka nû, partiyên din ên çepgir ên derveyî DEM Partiyê jî di nava xwe de dihewîne, ku di nav wan de Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çepgir (Sol Parti) û Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê (TKH) hene. Van partiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê xebatên xwe yên polîtîk ên hevpar ji niha û pê de di bin sîwana “Na ji bo Koordînasyona NATOyê” de birêve bibin.
Ev dabeşbûna nû wekî nîşaneya guhertineke binyadî di navbera rêza çepgirên Tirkiyeyê de tê nirxandin. Her çend e ku di nav raya giştî de hinek aliyan hewldanên weha dikirin ku DEM Partiyê tenê wekî partiyeke neteweyî ya Kurdan bidin nîşandan jî, di rastiyê de struktura vê partiyê li ser bingeha koalîsyoneke berfireh a çepgir û sosyalîstên Tirkiyeyê hatibû avakirin. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku tevî vê dabeşbûnê jî, hîn jî hejmareke zêde ya parlamenter, rêveber û heta Hevserokên DEM Partiyê bixwe jî ji eniya çepgir û kemalîstên Tirkiyeyê pêk tên.
Ev nexşerêya ku wekî encama rasterast a siyaseta “biratiya gelan” a PKKê tê hesibandin, di nava salên borî de bûbû sedem ku girseya gel a Kurd rastexwe dengên xwe bidin vê platformê daku mafên xwe yên neteweyî biparêzin. Lê belê, avabûna vê eniya nû ya derveyî DEM Partiyê nîşan dide ku nakokiyên îdeolojîk û stratejîk gihîştine asteke weha ku her du aliyan ji hev cuda bike, û hêj nayê zanîn ka ev pêngav dê di hilbijartinên pêş de bandoreke çawa li ser hêza dengên Kurdan û pêwendiyên siyasî yên herêmê bike.