Özgür Özel serdana Amed Û Dîlokê dike: Îdiayên li ser avakirina partiyeke nû germ dibin

Hat ragihandin ku Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Özgür Özel, di çarçoveya bernameyeke berfireh a du rojî de, roja În û Şemiya bê dê serdaneke fermî bo bajarên Amed û Dîlokê encam bide. Ev tevgera polîtîk a Özel di demekê de ye ku krîza navxweyî ya CHPê gihîştiye asta herî bilind û îdiayên mezin derbarê dabeşbûna partiyê de tên ziman.
Li gorî agahiyên ku ji piştperdeya siyaseta Enqereyê derketine, tê îdiakirin ku Özgür Özel piştî geşedanên dawî biryara binyadî daye ku partiyeke nû ya siyasî ava bike. Sedema serekî ya vê pêngavê vedegere ser wê biryara dadgehê ku Kemal Kılıçdaroğlu ji nû ve wekî Serokê Giştî yê CHPê hat tayînkirin û eniya Kılıçdaroğlu bi eşkere ragihand ku ew bi tu awayî naçin kongreya awarte ya partiyê. Ev gava hiqûqî û siyasî rê li ber dabeşbûna baskên cuda yên CHPê vekiriye.
Li aliyê din, di nava korîdorên siyasî de tê nîqaşkirin ku di navbera Özgür Özel û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem İmamoğlu de ku niha di Girtîgeha Silivriyê de ye, li ser dema ragihandina vê partiya nû nakokiyên kûr hene. Li gorî zanyariyan, herdû lîderên opozîsyonê di mijara destpêkirina vê projeya nû ya siyasî de wekî hev nafikirin û negehiştine lihevkirineke dawî, ku ev yek jî wekî krîzeke nû di nava baskê guhertxwazan de tê nirxandin.