PKKê nasnameya fermandarekî Ereb ê YPGê aşkere kir: “Wekî Omer El Muxtar berxwedan kir”!!

Rêxistina PKKê îro nasnameya fermandarekî din aşkere kir ku di berxwedana Rojava ya Çileya îsal 2026ê de ketiye ber êrîşên çeteyên Şamê.
Îro roja duşemî 22 Xizîrana 2026ê, PKKê nasnameya şervan û fermandarekî YPGê bî navê Ela Hesekê bî kodnavê Xidir Hisên aşkere kir, ew di meha Çileya îsal 2026ê de ket ber êrîşên çeteyên Şamê û giyanê xwe ji dest da.
Xidir Hisên ji neteweya Ereb e, PKKe dibêje: Wî Apo û fikra Apo naskir, loma tevlî tevgerê bû. Wî di xwest xwe di fikra Apo de pêş bixe.
PKKê gôtiye: Wî wekî Omer El Muxtar berxwedan kir, teslimiyet qebûl nekir û Rojava parast.
Her weha gôtiye ew şehîdê neteweya demokratîk e, neteweya demokratîk ya ku bî sedema wê ti Rojava li holê nehêlan û piştî 20 hezar şehîdan bî biryara Îmraliyê şervanên kurd tevlî artêşa Erebî ya Sûriyê bî rêberiya Mihemed Colanî yê terorîst hatiye kirin.