Pêvajoya aştiyê di nêvbera hêla sor ya PKKê û xavbûna Enqereyê de

PKK-Turkey-Pevajo-Ocalan-apo-enqere-info

Duran Kalkan rêveberê PKKe ya hilweşyayî radgihîne; tevî ku Tirkiye hêjan jî bi nerîna “têkoşîna li djî terorê” nêzî pêvajoyê dibe, lêbelê em her jê bawer dikin û got: tişta girîng ji boy me azadiya fîzîkî ya Ocalane.

Di hevpeyvînekê de bi kenala (Medya Haber TV) ya PKKê, Duran Kalkan rêveberê PKKe ya hilweşyayî, hin mijarên girîng derbarê pêvajoya aştiyê, siyaseta dewleta Tirk û rewşa welatên derdor nirxandin.

Derbarê pêvajoya aştiyê û yasaya çarçoveyî, Kalkan amaje bi wê yekê kir ku tevî gengeşeyên ciddî li ser amadekirina yasayekê bo pêvajoya aştiyê, lêbelê hêjan deqekî ruhin û berçav li berdest tune û raya giştî jê bêy ageh e.

Ocalan hêla sor e, Tirkiye di bin navê têkoşîna dijî terorê nêz dibe, lê em jê bawer dikin!

Di mijara rewşa Ocalan de jî Duran Kalkan tekez dike ku azadiya fîzîkî ya Ocalan hêlan PKKê ya sor e û her wiha kilîl û mercê sereke yê serketina her yasa û pêngavekê ye. Berevajî vê yekê, tevger û gel dê helwestekî nerênî wergirin.

Kalkan her wiha got: dewleta Tirk hêjan di bin navê “têkoşana dijî tîrorê” de nêzî pêvajoyê dibe, loma jî ragihandina dawiyê ya encumena ewlehîya niştîmanî ya Tirkyeyê ti guherînek tê de tune bû. Lêbelê em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, loma jî em di meşîn in.

Di mijara şêwazê xebata PKKê de, Duran Kalkan radgihîne ku awayê xebata rêxistinê hatiye guherandin û ew bo paş venagerin. Ew dibêje hin aliyên sûdmend hene û dostatiya rewşa berê ya PKKê dikin ji bo ku ji şer sûd bigrin, lêbelê sitratejîya nû ya tevgerê li ser bingeha siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane dê berdewam bike.

Azadîya fîzîkî û çarenûsa pêvajoyê

Salek û çar meh li ser destpêkirina pêvajoya aştiyê derbazbûn, lê PKKê çarenûsa wê bi ya Ocalan ve girêda ye. Ev 27 sal in PKKe gelê Kurd bi hebûna tecrîdê li ser Ocalan di xapîne, lê ya rast Ocalan weke zilamekî girîng yê dewleta Tirk serbest e û ev yêk bi belge ve ji hêla Ehmed Zekî Ukçoxlu, yekemîn parêzerê Ocalan ve hatîye aşkere kirin ku gotbû: “Ocalan ti carekê li Îmraliyê nejiyaye”.

PKKe jî hêjan li ser vê derewê rijde ku divê Ocalan were azad kirin, li demekê Dewlet Bahçeli her tişt îfşa kir û êdî ew ji rêxistinê zêdetir piştgirîya Ocalan û rewşa Ocalan dike.

Çima Tirkiye di meşandina pêvajoyê de sist û xave?

Çavdêrên ku pêvajoyê di şopînin gihîştine wê bawerê ku Ocalan di salek û 4 mehan de ango ji dema yêkem banga wî ya Sibata 2025ê, xizmeteke herî mezin pêşkêşî dewletê kir, ango tişta ku dewletê di xwestî Ocalan bicîh kir, loma jî êdî di meşandina pêvajoyê de sist û xav bûye û di pratîk de ti gavên berbiçav derbarê “aştîya mayînde” neavêtine.

Mercên enqereyê çekdanîna bêy şert û merc ya PKKê û tev baskên wê ye, lê PKKe dibêje: divê ewl rêzknameyên qanûnî werin derxistin.

Ocalan bi navê aştiyê çi anî serê Kurdan?

Ocalan piştî 43 salên şer, bêy ti merc û şert û bêy ti destkeft ji boy Kurdan ji PKKê re got: xwefesix bikin. “Kurd, Kurdistan, neteweya Kurd û doza Kurdan” ev peyv di çi yêk ji bangewaziyên wî de nebûn û di bin navê aştiyê de, wî ev nirix û pîrozî bi “neteweya demokratîk, civaka demokratîk û Tirkyeya demokratîk” guherandin. Ocalan ewqas bo bihêzkirina Tirkyeyê û lawazkirina Kurdan xebitî ku rewş gihîşte astekî ku Bahçeli di hefteyê de du caran pesnê Ocalan dikir û digo: “Ocalan erka xwe pirr baş bi cîh dike”.!