Zimanê medyayî yê PKKê di navbera durûtiya “Biratiya Gelan” û rastiya têkdana statuya herêma Kurdistanê de

Memed Mêrdînî

Memed Mêrdînî

Dema mirov ji perspektîfeke akademîk û analîza zimanê medyayî li nûçe û raporên herî dawî yên torên ragihandinê yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li ser rewşa Herêma Kurdistanê dinêre, rûberûyî paradokseke binyadî û hîlekariya retorîk dibe. Ev nûçe bi şêwazekî weha têne hûnandin ku qaşo fikarên wan li ser qelsbûna stûnên herêmê (petrol, Pêşmerge û deriyên sînor) ji aliyê Bexdayê ve hene. Lê belê, di binyada analîza naverokê de eşkere dibe ku ev herikîna nûçeyan tenê stratejiyeke rûpêçî ye û armanca wê ya serekî xapandina raya giştî ya Kurd û sergirtina rastiya stratejîk e. Ger ev rewşa ku îro li Başûr rû dide wekî têkçûnekê tê pênasekirin, ev bixwe encam û cîbicîkirina siyaseta şaş û xwekuj a PKKê bixwe ye.

Li vir pirsên herî mezin û akademîk ên ku rûyê vê retorîkê eşkere dikin derdikeven pêş: ger rewş wisa be weke hûn dibêjin, gelo ma ev ne ew sîstema “Entegrasyon” û “Biratiya Gelan” e ku hûn bi salan e teorîzekirina wê dikin? Ger ku lawazbûna sînorên siyasî û neteweyî yên Kurdan û radestkirina desthilatan bo navendên mîna Bexdayê armanc be, çima hûn îro li ser vê encamê hêsirên derewîn dirijînin? Li vir durûtiyeke herêmî ya berçav heye: PKK li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê banga “biratiya gelan” û jiyana hevpar a bi Tirk, Ereb û Farsan re dike, lê dema mijar dibe Başûrê Kurdistanê, ev biratî her hildiweşe û vediguhere dijminahiya herî tund a li hemberî saziyên fermî yên Kurdan. Ev dabeşbûna îdeolojîk îspat dike ku formula “biratiya gelan” tenê ji bo rewakirina helandina nasnameya Kurdî di nav dewletên serdest de hatiye çêkirin.

Koka vê xeta rûxandî vedegere ser stratejiya hevpar a PKK û dewletên dagirker (Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye) ya ji bo tunekirina her cûre serxwebûn û statûya Kurdan. Belgeyên vê yekê di gotinên herî fermî yên serokê vê rêxistinê Abdullah Ocalan de hene, ku bi dehan caran ji Îmraliyê ragihandiye: “Şerê min ê dawî bi Barzanî re ye.” Ev daxuyanî, li gel daxuyaniyên wî yên berê ku ji dewleta Tirkiyê re digot, “Werin em bi hevre rê nedin ku Îsraîla duyemîn ‘Herêma Kurdistanê’ were avakirin”, nîşan dide ku fobiya herî mezin a vê tevgerê avabûna nasnameyeke neteweyî û dewletî ya Kurdî ye. PKK di çarçoveya vê peywira herêmî de, bi salan e çeper û tunelên herî asê yên li Zap, Gara û Metînayê bi dizî radestî Artêşa Tirk dike û gundên sînorî vala dike, daku bingeha hilanîna statuya federal hêsantir bibe.

Lê belê, divê hem serkirdayetiya PKKê û hem jî çar dewletên dagirker ên Kurdistanê vê rastiya dîrokî pir baş bizanibin: Statu û qeyda qanûnî ya Herêma Kurdistanê ne di encama lihevkirinên maseyan de an jî wekî diyarî bi hêsanî çêbûye ku îro bi van polîtîkayên qirêj û lîstikên medyayî bi hêsanî ji nav biçe. Ev herêm mîrateya xwîna bi hezaran şehîdan, enfal, kîmyabaran û berxwedaneke sedsalan e. Ev xeyala heştiran (xeyala pûç) a ku PKK û neyarên Kurdan ji bo hilweşandina Herêmê di serê xwe de hûnandine, ew ê bi xwe re bibin nava tirbê de. Heta ku vîna pîroz a Hêzên Pêşmerge û rêbaza neteweyî ya Barzanî li ser vê axê zindî bin, sîstema federal û serweriya Herêma Kurdistanê wekî keleheke hilneweşiyayî dê her bimîne û hemû planên têkdanê dê li ser vî zilmî parçe bibin.