Mondiyala Amerîkayê û kaptan Duran Kalkan: Çîroka şoreşgerî ya ku ji Qendîlê ber bi kupaya cîhanê ve diçe!

Mondiyala Amerîkayê û kaptan Duran Kalkan: Çîroka şoreşgerî ya ku ji Qendîlê ber bi kupaya cîhanê ve diçe!

Em her roj fêrî tiştekî nû dibin, lê xuyaye ku kûrahiya zanist û polîtîkayê li Qendîlê ji sînorên aqilê mirovahiyê derketiye. Endamê Serkirdayetiya PKKê Duran Kalkan (ku di nav gel de wekî “Abbas” tê naskirin) vê carê bi analîzeke weha ya futbolî-siyasî derket pêşberî kamerayan ku her çar pirtûkên felsefeyê û hemû pirtûkxaneyên taktîkên futbolê li dû xwe hiştin. Kalkan bi rûyekî gelekî cidî û akademîk ragihand ku dewleta Tirk bi saya “Pêvajoya Aşitiyê” ya ku wan dabû destpêkirin, fersend dîtiye, pêş ketiye û gihîştiye Mondiyala (Kupaya Cîhanê) ya li Amerîkayê! Ev daxuyanî nîşan dide ku teoriyên “Modernîteya Demokratîk” êdî li ser sehayên futbolê jî hatine cîbicîkirin û fîfaya navdewletî jî niha li benda fermanên ji Qendîlê ye.

Mirov gava guh dide vê analîzê, nikare xwe ji pirsên teknîkî û komedî dûr bixe: Gelo eger her tişt bi saya vê pêvajoyê rû dabe, wezîfeya Duran Kalkan di tîma neteweyî a Tirkiye de çi bû? Ma qey wî di rola “Teknîkî” de ji şkeftên çiyayan fîtik lêdixist û ji lîstikvanan re digot “Li gorî perspektîfên îdeolojîk pasê bidin hev”? Mirov dikare xeyal bike ku dema lîstikvanekî tîmê top winda dikir, Duran Kalkan ji ekranê gazî dikir û digot: “Ev encama kêmasiya xwerexnekirinê ye, divê tu bikevî pêvajoya perwerdehiya exlaqî!” Bi vê mantiqê, eger fuzeyekî Hakan Çalhanoğlu biçûya nav kela dijmin, ew ê bibûya “pêngaveke şoreşgerî ya asîmetrîk”. Çîroka komedî li vir e ku Kalkan bi vê daxuyaniyê serkeftina wezîfeya xwe ya çendîn salan wekî “Sponsorê Sportîf ê Enqereyê” bi fermî îlan kir!

Lê pirsyar herî mezin û fiyasko ya ku gelê Kurd dipirse ev e: Gelo ev çi xesirandin û veger e (ev çi bazirganiya pûç e)? We bi dehan salan xwîna hezaran ciwanên herî dilpak rijand, gund vala kirin, herêm xistin nav keleka agir, daku di encamê de hûn werin ber kamerayan û bibêjin: “Me fersend da ku Tirkiye here Mondiyala Amerîkayê”? Ma keda sedsalan a vî gelî ji bo wê bû ku tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li Amerîkayê footboalê bileyze û hûn jî li ser lûtkeyên Qendîlê çepikan ji wan re lêxin? Ev retorîk nîşaneya herî tûj a îdolojiyaperestî û asêbûna hişmendî ye; dema ku hûn li ser erdê hemû çeper, lûtke û tunelên herî asê yên li Zap û Metînayê bi dizî radestî serbazên Tirk dikin, di qada medyayê de jî serkeftinên wan ên sporê dixin stûyê xwe!

Di encamê de, ev daxuyaniya Duran Kalkan ji bilî ku bibe mijara qeşmerî û henekên li ser torên civakî, tu nirxekî xwe yê siyasî û stratejîk tune ye. Xuyaye ku Abbas piştî dehan salan jiyana di nav şkeft û daristanan de, êdî lîstika siyaseta gerdûnî bi lîstika PlayStationê re tevlîhev kiriye. Divê her du alî jî baş bifikirin: Gelê Kurd ne temaşevanê daxuyaniyên we yên şanoyî ye û ne jî sotemeniya herikîna xeyalên we yên pûç e. Ev xeyala Mondiyalê ya ku we bi navê “biratiya gelan” hûnandiye, herî zêde wekî gogeke gola (fiyasko) derbasî dîroka komediyê dibe.