Ji bona yekitiyê divê em çi bikin?

Bûbê Eser
Ez gihiştim wê baweriyê ku divê êdî em pkk/Dem ê rexne nekin. Ji ber ku ew bi xwe jî dibêjin ku ew ne partiyeke kurdan e. Xwe weke partiyeke gelan rê didin. Ji xwe helwest, nerîn û rewşa wan diyar e ku di xizmeta kê de ne.
Ya din bi salan e ku em pkk rexne dikin, lê me tu encam jê negirtin. Helbet di gelek waran de fêda wan rexneyan çê bûn. Êdî pkk bi xwe nema înkar dike ku ew di xizmeta dewletên dagirkeran de ye.
Gelo em weke milet, weke kes û kesayetên welatparêz, weke nivîskar û rewşenbîrên Kurd êdî berê rexneyên xwe yên çêker bidin partiyên xwe yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, wê ne baştir be?
Ez bawerim bi rexneyên çêker em ê bi hevre hewl bidin û zorê bidin wan partiyên xwe da ku ew jî bi hevre temsîleke Kurdistanî di bin sîwaneke neteweyî de ava bikin.
Dema em li dîroka kurdan dinerin ku çand û kultura yekitî û bi hevrekarkirina wan tu caran pêk nehatiye. Loma jî nikarin xwe û welatê xwe Kurdistanê azad bikin.
Belavbûn û perçebûna nava mala kurd, dibe sedema ji hevduxistina kurdan. Dibe qelsî û lawaziya partiyên siyasî ku nikarin bibin altarnatîfeke Kurdistanî.
Bala xwe bidinê; dema Împaratoriya Osmanî hilweşiya hema bêjin ji bilî kurdan hemî miletê koloniya wan bûn, gihiştin mafê xwe ê rewa.
Lê ji ber ku wê demê axa, serokeşîr û malbatên kurd yên mezin ne li hev bûn, yekitiya xwe ne xuliqandin, kurd her man kolonî û vê carê ketin bin destê tirkan.
Gelek serîhildan û berxwedan li hember komara tirk pêk hatin, lê yek jî bi serneket. Ji ber ku yekitiyek neteweyî di nava kurdan de tunebû. Loma jî her serîhildanek li herêma xwe serîhilda û bi wî awayî jî têk çû. Piştî têkçûnê jî çi hat serê wan em dizanin ango tê zanîn.
Îro jî rewşa me kurdan ji demên berê ne cûda ye. Her çiqasî herdu dem ji hevdu ne dûr jî bin. Lê ferqeq girîng ew e ku di wê demê de serokeşîr, axa û malmezinên me nebûn yek, hemiyan bi hevre wenda kirin. Lê îro jî partiyên me yên Kurdistanî nikarin bi hevre temsîleke kurdistanî pêk bînin, bi vî awayî ewên jî têk herin.
Îro jî heman tişt dubare dibin. Di wê demê de çawa em kurd nebûn yek û me hemiyan bi hevre wenda kirin. Niha jî ji ber partiyên me yên Kurdistanî nikarin bi hevre yekitiyek neteweyî ava bikin, em weke miletê kurd hemî bi hevre wenda dikin.
Divê em hemî bi hevre kar bikin ku sîstema neyekrêziya nava mala kurd hilweşînin. Heta ku ew sîstem neyê hilweşandin, tu yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk nayê.
Hilweşandina wê sîstemê, guhdarîkirina rewşenbîr û nivîskarên kurd e. Yên desthilatan diguherin, zalîman têk dibin, yekitî û yekrêziya gelan, li gor têbinî û pêşniyarên xwe yên çêker rewşenbîr û nivîskar pêktînin. Loma jî divê êdî partiyên me wan guhdarî bikin, rexne û pêşniyarên wan bigirin ber çavan da ku em bi hevre ji vê tevlîheviyê azad bibin.
Ji ber vê ye divê em bi yek dengî û li ser asasê çêker bikaribin partiyên xwe yên Kurdistanî, serok û kadirên wan jî rexne bikin, kêmanî û şaşiyên wan bi awayekî maqûl binivîsînin ku wan nêzîkî hev bikin.
Çareseriya problema gelê kurd li bakurê Kurdistanê tenha di yekitî û yekrêziya nava mala wan de derbas bide. Ji bona pêkanîna wê jî kar û xebat lazim e.