Yasaya pêvajoyê dê bi navê “Hilweşandina rêxistina PKKê ya terorîst” arasteyî parlamentoyê were kirin!

AKP-PKK-Parlimen-Turkey-info

Tê çaverêkirin ku hikûmeta Tirkiyeyê projeyasayekê derbarê pêvajoya aştiyê de bide parlamentoya Tirkiyeyê. AKPê jî ragihand ku ev proje dikare li bin navê wekî “Projeyasaya hilweşandina rêxistina terorîstî ya PKKê” pêşkêşî parlamentoyê were kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), yasaya çarçove, ya ku tê çaverêkirin ji 10 ta 11 madeyan pêk were, dê ji bodemekî diyarkirî be û bi şert û mercê piştrastbûnê ji çekdanîna temam ya PKKê û baskên wê were bi cih anîn.

Eşkere kirin ku projeyasa dikare li bin navkî wek “Projeyasaya hilweşandina rêxistina terorîstî ya PKKê û danana çekê wê” pêşkêşî parlamentoyê were kirin.

Li gorî çavkaniyên AKPê, heger navê rêxistina PKKê di nav û nîşana projeyasayê de jî nebe, tekez dê di madeyên destpêkê de wekî “rêxistineke terorîstî” were pênasekirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê plan dike ku vê projeyasayê di 7 an jî 8ê Tîrmehê de (piştî lûtkeya NATOyê) pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê bike.

Di naveroka projeyê de ev xalên sereke hene:

  • Ji bo vegera endamên rêxistinê dema salekê tê diyarkirin.

  • Ew kesên ku vedigerin û destê wan di tawanan de tune be, dê neyên girtin lê 5 salan qedexeya siyasî li ser wan tê danîn.

  • Ev hêsankirî tenê endamên asayî digire nav xwe; serkirdeyên PKKê li derveyî vê qanûnê ne.

Derbarê rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, hikûmeta Tirkiyeyê her cure statuyeke fermî yan siyasî red dike. Li gorî projeyê, Ocalan dê wekî girtiyekî li girtîgeha Îmraliyê bimîne, lê dibe ku di qonaxên pêş de rê bê dayîn ku rojnamevan û akademisyen hevdîtinê li gel bikin.