PWK: Divê Tirkiye ji ber darvekirina Şêx Seîd lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî, Rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd a sala 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 101emîn salvegera darvekirina wan de bi rêzdarî bi bîr anîn. PWKê di daxuyaniya xwe de bi fermî daxwaz ji dewleta Tirkiyeyê kir ku cihê mezelên (gorên) van rêberên Kurd aşkere bike û ji ber van sêdaran lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de, li Taxa Derê Çiyê ya bajarê Amedê, ji aliyê dadgeheke korsan û bi binpêkirina hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî bi cezayê îdamê hatine cezakirin û darvekirin. PWKê bal kişand ser wê yekê ku Enqere piştî derbasbûna sedsalekê jî hêj fobiya mezelên wan derbas nekiriye û bi zanebûn cihê gora wan ji raya giştî vedişêre.
PWKê tekez kir ku doza pîroz a ku Şêx Seîd û hevalên xwe jiyana xwe di rêya wê de feda kirine, îro bi şehadeta sedhezarên din û bi têkoşîneke welatperwerane li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rihê şehîdan tenê bi destxistina statuyên siyasî, neteweyî û cografî yên li perçeyên Kurdistanê şad dibe û îro zêdetirî 70 mîlyon Kurd li cîhanê li benda azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
Di pişka dawî ya daxuyaniyê de, PWKê li gel Şêx Seîd, navên pêşengên mîna Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr. Fuad û bi dehan hezar Kurdên ku di dema serîhildana 1925an û salên pey wê de ji aliyê artêşa Tirk ve hatine qetîlkirin, bi rêzdarî bi bîr anîn û soza dilsoziya bi mîrateya wan a dîrokî re nû kir.