Şamil Tayyar: Demirtaş xwe rexne kiriye û daxwaza beşdariya di rêveberiyê de dike

Rojnamevan û parlementerê berê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Şamil Tayyar, derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de ku di Girtîgeha Edirneyê de ye, îdiayeke nû û ramyarî ya giring avêt rojevê. Tayyar îdia kir ku di vê dema dawî de kesayetekî naskirî serdana Demirtaş kiriye û di vê hevdîtina dirêj de, Demirtaş nêzîkatiyên xwe yên polîtîk ên borî xistiye bin rexneyeke kûr.
Li gorî îdiaya Tayyar, Selahattin Demirtaş di vê hevdîtinê de şaşîtiyên eniya opozîsyonê ya borî qebûl kiriye û weha gotiye: “Me berê hin şaşîtî kirin û me hemû hesabên xwe tenê li ser windakirina Serokkomar Erdogan û ketina wî ya ji desthilatê ava kir. Lê belê li gorî şert û mercan, gerek me di hinek mijaran de tawîz (gûhertin) bidana; redkirina me ya bi temamî xeletiyek bû. Niha divê em avahiyeke siyasî ya nû ava bikin, beşdarî rêveberiyê bibin û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”
Şamil Tayyar di nirxandina xwe ya li ser van daxuyaniyan de destnîşan kir ku eşkere ye Demirtaş hêvî dike ku di demeke nêz de were berdan û êdî armanca wî ne tenê mayîna di eniya mûxalefetê de ye, belkî dixwaze rasterast bibe beşek ji desthilatê. Tayyar bal kişand ser wê yekê ku Demirtaş di wê baweriyê de ye ku ew ê ji ramyarên Kemalîst hêsantir bigihîje rêkeftinekê û her çend ne diyar be ku ev sêwirana nû dê wî bibe nav Hevpeymaniya Cumhur (Cumhur İttifakı) yan na, serkeftina pêvajoyeke nû ya aşitiyê dê bibe sedema hevkariyên nû yên polîtîk.
Di qonaxa dawî ya nirxandina xwe de, Tayyar rewşa herî dawî ya siyaseta Tirkiyeyê kurte-analîz kir û diyar kir ku di demekê de ku Partiya Gel a Komarî (CHP) di nav krîzên xwe yên navxweyî de ber bi hilweşînê ve diçe, li aliyên cuda polîtîkayên binyadî yên ji bo serdema nû tên pêşxistin û li herêmê serdemeke dînamîk û nû ya polîtîk dest pê dike.