Bakirhan bang li Hikûmetê kir: Divê yasaya çarçoveyê berî bêhnvedana havînê were parlamentoyê

Bakirhan bang li Hikûmetê kir: Divê yasaya çarçoveyê berî bêhnvedana havînê were parlamentoyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser giringiya gavên yasayî yên di pêvajoya çareseriyê de û ragihand ku her derengketinek di vî warî de, zemînê ji bo dijberên aştiyê amade dike. Bakirhan daxwaz kir ku “Yasaya Çarçoveyê” demildest û beriya bêhnvedana havînê ya Parlamentoyê were qebûlkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî. Bakirhan di rojeva xwe de giranî da ser geşedanên dawî yên pêvajoya çareseriyê, rola muhataban û astengiyên hiqûqî.

Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku eger sererastkirineke hiqûqî neyê kirin, dê pergal û navendên kevin ên statukoparêz bikevin dewrê û wiha got:

“Heta ku sererastkirineke yasayî neyê kirin, ezberên kevin û navendên dijberê çareseriyê dê ji bo xwe zemînekî peyda bikin. Lewma divê ‘Yasaya Çarçoveyê’ neyê bipaşxistin. Nabe mirov vî karî bihêle payîzê. Em cardin dibêjin: Yasa niha, aştî niha! Vekişandina pirsgirêka sed salî ji zemîna tundiyê ber bi zemîna hiqûqê ve karekî mezin e û divê ev yasa li gorî mezinahiya vê dozê bi wêrekî were nivîsandin.”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê qonaxa vegera jiyana sivîl hemû aliyan li xwe bigire û di warê hiqûqî de tu cudahî neyê kirin. Bakirhan got:

“Eger hiqûq tune be, bawerî nîne; eger bawerî tune be, veger nîne. Nabe rayedar bêjin ‘ev kes sûdê jê werdigire, ew kes kêm sûdê werdigire’. Divê derî ji bo her kesî vekirî be. Jiyana mirovan nabe bispêrin kêf û rehma karmendekî yan jî dozgerekî. Divê misogeriya yasayî ji bo hemû kesan bi awayekî wekhev û zelal be. Mesele ne tenê sererastkirineke teknîkî ye, mesele girêdana îradeya bihevrejiyanê ya vî welatî ya bi hiqûqê ve ye.”

“Şert û mercên Ocalan divê werin guhertin”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Bakirhan bal kişand ser mîtîngên dawî yên li bajarên wekî Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê û diyar kir ku daxwaza sereke ya mîlyonan kesî azadiya Abdullah Ocalan e. Bakirhan rola Ocalan a di pêvajoyê de wekî “mîmarê sereke” pênase kir û daxwazên xwe wiha anîn ziman:

“Milet naxwaze pêvajoya aştiyê giran bimeşe. Birêz Ocalan mîmarê sereke yê vê pêvajoyê ye. Eger ew mixetab be, nabe di hucreyeke 12 metreçargoşeyî de were hiştin û hevdîtinên wî werin astengkirin. Divê şert û mercên xebat, jiyan û pêwendiyê yên birêz Ocalan li gorî ruhê vê pêvajoyê werin sererastkirin. Divê qada xebatê ji bo wî wekî mîmarê vê pêvajoyê were vekirin.”

Hevserokê DEM Partiyê rexne li helwesta darazê ya li hemberî biryarên saziyên hiqûqî yên bilind girtin. Bakirhan bang kir ku girtiyên nexweş ên wekî Alî Urkut û Nazmî Gur demildest serbest werin berdan û got:

“Eger hûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nakin, qet nebe rêzê li biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin ku dadgeha vî welatî ye. Pêngava destpêkê ya ji bo aştiyê, bicihanîna hiqûqê ye.”

Bakirhan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û eger ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, welat dê ji şerê nîv sedsalî rizgar bibe û zemîna avakirina “Komara Demokratîk” pêk bibe.