Nêçîrvan Barzanî dê sibe biçe Taranê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî ji bo merasîma binaxkirina termê rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê hat vexwendin.
Tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî roja înê li Taranê bi berpirsên bilind ên wî welatî re çend civînan bike.
Ajansa Nûçeyan a Îsnayê belav kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi awayekî fermî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendine merasîma ji bo Xaminêyî.
Li gorî ajansê, Nêçîrvan Barzanî wekî nûnerê Serok Mesûd Barzanî dê serokatiya şandeyeke bilind a berpirsên Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî dê 3yê Tîrmehê ji bo beşdarbûna vê merasîmê Taranê ziyaret bike û peyama wan a taybet bide Serokkomarê Îranê.
Elî Xaminêyî 28ê Sibata 2026an di encama êrişa Îsraîlê ya li ser Taranê de hatibû kuştin.