Erk û wezîfeya nivîskarên Kurd û kongreya me!!!

Erk û wezîfeya nivîskarên Kurd û kongreya me!!!

Bûbê Eser

Heger em bi awayekî fireh û bi dûrbînê li dîroka gelên cîhanê binêrin. Em ê bi hevre bibînin ku nivîsakarên her welatekî çawa kar û xebatên bi nivîskî kirine û gelê xwe ji nava şevreşê derxistine ronahiyê, bibînin. Xelkên wan dê çawa li hember dagirker ango dijminê xwe bi rê û olaxan tekoşîn bide, nivîsandine.

Nivîsakarên welatên bindest tim ji rêber, serok û partiyên xwe yên siyasî re bi nivîs û dîtinên xwe bûne rehber. Wan tim bi nivîsên xwe şaşiyên berpirs û rêberên welatê xwe destnîşan kirine da ku ew careke din şaşiyan nekin.

Heger nivîskarên welatên bindest rol û erkên xwe baş bilîzin. Dikarin bibin pêşkêşên azadiya gelê xwe. Ji ber miletek bi xwendin û nivîsandinê bi pêşve dikeve. Milet ango xelkên nexwenda tim li paş in. Ji ber vê ye nikarin li gor xeta neteweyî li welatê xwe tevbigerin. Ji ber ku kesên ne neteweyî jî tim sexsî tevdigerin an difikirin.

Heger li welatekî hizra neteweyî ne xurt be. Azadî û serbestiya wî welatî jî zor û zehmet e. Ji ber vê divê rêvebirên welatan û bi taybetî yên kurdistanê ji bona pêşketina nivîskarên xwe, çi lazimî hebe divê wê pêk bîne.

Dema em li rewşa her çar perçên Kurdistanê dinêrin, dibînin ku nivîskarên her perçakî jî weke tevger û partiyên xwe yên siyasî ji hev bela wela ne. Ne li ser hev in. Qîmet û rûmeta hev weke tê xwestin nagirin. Loma nikarin tesîrê li ser siyasetmedarên xwe jî bikin. Çi dema nivîskar bibin xwedî dezgeh an rêxistineke xurt û neteweyî aha wê demê jî dikarin tesîreke erênî li ser rêvebirên welatê xwe bikin.

Di welatên weke Kurdistanê de heger nivîskarên heyî ne li hev bin. Di bin sîwanekî ango dezgehê de ne yek bin. Ked û xebatên wan ê jî bêtir ji bona sexsan bê kirin. Lê îro pêwîstiya gelê me ji yekbûn û bi rêxistbûna nivîskarên Kurd heye.

Dema; gava ewil ya Federasyona Nivîskarên Kurdistan li Diyasporayê hate avêtin û vekirin. Hedef û armanc ji wê ew bû ku bikaribe, nivîskarên xwe, rewşenbîr û dîrokzanên xwe di bin sîwana vê navêndê de bike yek. Yekbûna wan jî dê Kurdistana azad berbi serxwebûnê û perçên din jî berbi azadiyê de bibe.

Piştî damezrandin ango pêk anîna Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê ya girêdayî Revenda Kurdistanî. Gavên baş û erînê hatin û têne avêtin da ku ew yekîtiya tê xwestin, pêk bê. Îro gelê me ji her demê bêtir pêwîstiya wî ji yekîtiya hemî beşên civakê heye. Ji ber vê ye ku em jî weke rêvebirên vê Federasyonê du salên kar dikin da ku hemî nivîskarên Kurd yên Diasporê di bin sîwanekî de bikin yek.

Ji ber vê ez dibêjim ku me gav û hewldanên berfireh avêtin ku hemî nivîskar û rewşenbîrên gelê Kurd yên diyasporayê bi rêxistinî bikin. Ji bona rêxistiniya wan ya bi navê  Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê xurt bibe, kar û xizmetê dikin.

Xurtbûna Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê jî tê wê maneyê ku wê nivîskarên di bin sîwana vê Federasyonê de rol û erkên xwe bilîzin. Bilîzîn da ku doza gelê xwe li Diyasporayê û bi gelên nivîskar û rewşenbîrên cîhanê bidin zanîn ku divê kurd jî bibin xwedî dewleta xwe.

Ji ber ku heta kurd nebin xwedî dewleteke xwe ya serbixwe. Ew îmkanên ku bikaribin weke nivîskarên cîhanî kar bikin dê nebe. Ji ber vê ye em çiqasî Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê xurt bikin. Ew ê jî bi wê xurtbûnê bi erkên xwe ve rabe. Aha evê bibe gavek ji bona serxwebûna başûrê Kurdistanê. Ji ber ku Kurdistan di nava çar dewletên devbixwîn de hatiye debaşkirin. Ji wan tenê başûrê kurdistanê azadiya xwe bi dest xistiye û gavên berbi serxwebûna diavêje.

Ji bona vê jî lazim e ku em hemî nivîskarên kurd yên li dîyasporayê ji bona serxwebûna başûrê kurdistanê bêjin û binivîsînin. Bi nivîsên xwe em hewl bidin nivîskar û siyasetmedarên ewropî bikin dostên xwe. Da ku ew jî daxwazên gelê kurd bighêjînin rêveber û parlemenên xwe.

Em hewl bidin da ku kêşeya kurd di parlemenên ewropiyan de bê niqaşkirin. Em weke nivîskarên gelê xwe divê vê pêk bînin. Dema me ev pêk anî, aha wê demê jî serxwebûna başûrê kurdistanê û azadiya perçên din jî dê nêzîk bibe.

Ji bona Kurdistaneke serbixwe, azad û demokrat divê em hemî nivîskarên kurdi ji bona vê şîarê bibin yek. Divê em bi gelemperê xwe di bin sîwana Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê ku di bin konê Revendê de bikin yek.

Ji bilî yekitiya nivîskar, siyasetmedar, ronakbîr û rewşenbîrên gelê kurd tu rêyeke me ya din  tune ye. Loma gazî we hemiyan dikim ku werin em bi hevre Federasyona Nivîskarên Kurdistanî li Diyasporayê xurt û bi hêz bikin.

Bi vê munasebetê dixwazim diyar bikim ku wê kongreya me ya Federasyona nivîskarên Kurdistanî li Diasporayê roja 25.07.2026an de li Almanya yê li dar bikeve. Bi vê munasebetê ez kongreya me pîroz dikim. Bi hêvîme ku em ê piştî kongreya xwe û hilbijartina komîteyeke nû û çalak karên baştir bikin.

EM BI HEVRE XURTIR IN!!!