Li Dirbêsiyê li dijî buhabûn û têkçûna rewşa jiyanê xwepêşandan hat lidarxistin

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber giranbûna nirxê sotemeniyê û xirabbûna şert û mercên jiyanê, welatiyan xwepêşandanek li dar xist.
Xelkê bajêr li navenda Dirbêsiyê li hev civiyan û nerazîbûna xwe li dijî giranbûna kelûpelên bingehîn û sotemeniyê nîşan dan. Di meşê de xwepêşanderan dirûşmên ku balê dikişînin ser zehmetiyên jiyana rojane û kêmbûna derfetan berz kirin.
Beşdarên xwepêşandanê bang li aliyên peywendîdar û rêveberiya herêmî kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û ji bo çareserkirina vê krîza aborî û sivikkirina barê li ser milê welatiyan, di zûtirîn dem de gavên berbiçav bavêjin.