Li Diyarbekirê ji bo serbestberdana endamên Tevgera Vejînê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

Li Diyarbekirê ji bo serbestberdana endamên Tevgera Vejînê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

Tevgera Vejîn a Kurdistanê, li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, ji bo endamên xwe Ferîd Azad û Faîq Teyran çalakiya rûniştinê lidar xist. Di çalakiyê de ku bi pankartan hat birêvebirin, daxwaz hat kirin ku her du endamên tevgerê yên ku ji 10ê Hezîranê ve girtî ne, di zûtirîn dem de serbest werin berdan.

Li gorî zanyariyên ku hatine parvekirin, Ferîd Azad û Faîq Teyran di 10ê Hezîranê de piştî ku ji binçavkirinê serbest hatibûn berdan, li ber Dadgeha Diyarbekirê careke din ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku her du endamên tevgerê dema ku xwestine nûçeya serbestberdana xwe bi rêya telefonê bi malbatên xwe re parve bikin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine astengkirin. Polîsan îddia kiriye ku wan bi telefonê wêne û vîdyoyên avahiya dadgehê kişandine. Her weha hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de, li hemberî axaftina bi zimanê kurdî ya Ferîd Azad nêzîkatiyeke neguncaw û sivokatî hatiye kirin.

Girêdayî mijarê, hiqûqnasan bal kişand ser hinceta binçavkirinê û diyar kirin ku li ber Dadgeha Diyarbekirê rojane gelek caran telefon tên bikaranîn, wêne tên kişandin û daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn. Ji ber vê yekê, hiqûqnas destnîşan dikin ku îddiayên polîsan ên ji bo binçavkirinê ji rastiyê dûr in.

Ferîd Azad bi helwesta xwe ya xwedîlêderketina li zimanê kurdî û redkirina leşkeriyê tê nasîn û berî niha jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî yên derbarê van mijaran de hatibû binçavkirin.