“Ewil Apo, Piştre Keça Min”.. PKK Dayika Gerîlayekê Dike Keresteyê Bangeşeyê

Medyaya PKKê wêneyên dayika yek ji gerîlayên keç bi navê Heybet Erol parve kirine û li ser nivîsandiye: “Destpêkê azadiya Abdullah Ocalan, piştre ya zarokên me!!”
Ronahî Erol gerîlayeke keç e, wê di merasîma şewitandina çekan ya li Şarbajêr de, çeka xwe şewitandibû. Heybet Erol dayika wê ye, ew duh di medyaya PKKê de derket û got:
«Divê azadiya Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û piştre jî azadiya zarokên me, anku ewul Apo piştre keça min». !!
Rêxistina PKKê di 27 salên derbasbûyî de, bi hezaran keç û xortên kurdan xapandine û ji boyî azadiya derew ya rêberê xwe bi destê eskerekî Tirk dane kuştin.
Îro jî hatiye vê siyasetê berdewam dike û bangeşeyê bo xwe bi malbatên wan dike.
Gava ku axaftin li ser zilamê Îmraliyê be, zarokên kurdan, xwîna wan û rizgarbûna wan tu watayeke xwe nîne. PKK li ser siyasetara xapandinê û bêbiha kirina xwîna zarokên kurdan li pêşiya Apo berdewam e. Vê rêxistina Apo-perest di 27 salên derbasbûyî de bi hezaran zarokên kurdan fedaî azadiya derew ya Apo kirine.