PDK: Medalyaya Îtalyayê nîşana pêgeha bihêz a Nêçîrvan Barzanî ye

PDK: Medalyaya Îtalyayê nîşana pêgeha bihêz a Nêçîrvan Barzanî ye

Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi boneya wergirtina medalyaya herî bilind a rêzlênana sivîl a Komara Îtalyayê, peyameke pîrozbahiyê rastexwe li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Mekteba Siyasî ya PDKê di daxuyaniya xwe ya fermî de ku îro, 9ê Tîrmeha 2026an, belav kiriye, ragihand:

“Bi boneya pêşkêşkirina medalyaya herî bilind a rêzlênana sivîl a Komara Îtalyayê bo Serok Nêçîrvan Barzanî, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ li cenabê wî û gelê Kurdistanê dikin.”

Di peyama partiyê de hate destnîşankirin ku xelatkirina Serokê Herêma Kurdistanê bi xelateke wiha ya navdewletî, nîşaneke berçav a pêgeha wî ya giring û bandora wî ya bihêz e, çi di asta navxweyî de û çi jî di qada navdewletî de.

PDKê bal kişand ser giringiya vê xelatê û diyar kir ku ev pêngav encama rastexwe ya hewldanên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî ye di warên:

Bihêzkirina dîplomasiya Herêma Kurdistanê û xurtkirina peywendiyên bi welatên cîhanê re.

Parastina nirxên hevbeş û geşepêdana çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de.

Mekteba Siyasî ya PDKê di dawiya daxuyaniya xwe de kêfxweşiya xwe bi vê serkeftina dîplomatîk anî ziman û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo azmûn û qonaxa siyasî ya Herêma Kurdistanê xwest.