PKKe qanûna çarçoveyê red dike: Dabeşkirina endamên me bo “sûcdar û bêtawan” qebûl nakin

Rêxistna PKKê ya hilweşyayî destnîşankirina endamên PKKê di qanûna çarçûve de wekî tawanbar û bêtawan redkir û ragihand; ew bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.
Endama rêxistna PKKê Hêlîn Umît bo telefzyona rêxistinê Medya Haber ê axivî û derbarê yasaya pêşniyarkirî, rewşa Ocalan û pêvajoya aştiyê nirxandin kirin û hin daxuyanî dan.
Redkirina kategorîkirina endamên PKKyê
Hêlîn Umît, tekez kir ku ew kategorîkirina endamên xwe qebûl nakin. Kes nikare bêje bila endamên PKKê vegerin û biçin zindanê.
Her wiha diyar kir ew ji dervemayîna Ocalan ji qanûna pêvajoyê an jî kategorîkirina gerîlayan di bin navên “tawanbar û bêtawan” de qebûl nakin.
Bêdengiya Bahçelî û şertê serkeftina pêvajoyê
Helîn Umîtê di beşek din a axaftina xwe de behsa bêdengiya dawî ya serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir, ku berê behsa azadiya Ocalan dikir lê niha tu daxuyaniyekê nade. Helîn Umît tekez kir ku şertê sereke yê serkeftina her hewldanek aştiyê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û bêyî wê ti pêvajo nikare bigihe encamekî.
Li gorî qanûna çarçûve kut tê çaverê kirin berî bêhinvedana parlamentoya Tirkiyê were derbaz kirin, çi rêkeftinek taybet, mafê hêviyê, û herweha çi statuyek taybet ji bo Ocalan di qanûnê de tune.
Qanûna çarçove dê pêvajoya qanûnî ya bi PKKê re weke “rêxistineke terorîst ya hilweşyayî” meşîne, endamên rêxistinê jî di bin 6 kategorîyên cuda de hatine destnîşan kirin, ew jî serkirdeyên rêxistinê, tawanbar, bêtawan, alîkarîya tawanê, yên ku di girtîgehê de ne, yên beşdarî tawanan nebûne.