Mesrûr Barzanî: Em di karwanê avadaniyê de berdewam in

Mesrûr Barzanî: Em di karwanê avadaniyê de berdewam in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê (19ê Tîrmeha 2026an) bi merasîmeke fermî projeya stratejîk a ava vexwarinê ya Balinda – Barzan vekir. Serokwezîr di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe bi temambûna vî karî anî ziman û destnîşan kir ku pêşkeftina Kurdistanê û berdewamiya karwanê avadaniyê, encama xwîna şehîdan e. Serokwezîr bang li welatiyan kir ku avê bi fîro nedin û çanda parastina jîngehê biparêzin, her weha tekez kir ku ew ê di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de li hemû deverên Kurdistanê berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçeyê û ragihand ku Herêma Kurdistanê ne parçek ji şer û aloziyên herêmî ye, lê tevî vê yekê jî ziyaneke mezin gihîştiye herêmê. Barzanî hêviya pêkbûna aştiyê anî ziman û diyar kir ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ti hincetan qebûl nakin; divê di zûtirîn dem de werin rawestandin ji ber ku şer di berjewendiya ti aliyekî de nîne.

Derbarê peywendiyên ligel hikûmeta federal a Îraqê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku peywendiyên wan ên bi Bexdayê re di asteke pir baş de ne û ew di piştgirîkirina hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî de berdewam dibin. Serokwezîr daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku destûra welat bêyî cudahî cîbicî bike, mafên darayî û qanûnî yên xelkê Herêma Kurdistanê misoger bike û nêzîkatiyên dabeşker nemeşîne.

Di dawiya gotara xwe de, Serokê Hikûmetê rexne li astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû û çalakkirina parlamentoya Kurdistanê girtin û da zanîn ku zerermendê yekem ji vê rewşê xelkê herêmê ye. Barzanî bang li hemû aliyên siyasî kir ku eger bi rastî di xema berjewendiyên giştî û xelkê de ne, bila werin rûnin û di zûtirîn dem de parlamentoyê çalak bikin.