Xwîna Kurdan û dirûşmeya «Biratiyê»: Paradoksa berdewam a PKKê

KCKê îro di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyaniyek belav kir û got: “Gelê me yê Rojava wê destkeftiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş bixe.” KCKê behsa sîstema “Neteweya Demokratîk” jî kir ku li Rojava bûye mînakek bêhempa li Rojhilata Navîn. Ew sîstema ku li Rojava tiştek li holê nehiştiye!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, îro 19ê Tîrmeha 2026an di 19emîn salvegera Şoreşa Rojava de daxuyaniyek belav kir.
Destkeftiyên Rojava û xeta Apo!
Siyaseta PKKê her dijminê kurdan anî Rojava
KCKê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê hemû destkeftiyên xwe yên ku li ser xeta Rêber Apo bi dest xistine biparêze û bi pêş bixe.
Tevî malwêranî û windahiyên ku ji ber siyaseta PKKê û rêberê wê yê li Îmraliyê bi serê Rojava û gelê wê de hatine, PKK îro dixwaze careke din gelê Rojava bixapîne û ji wan re dibêje: “Hûn bi xêra Apo dijîn û tiştê ku di destê we de heye jî bi xêra Apo ye.”
Ji ber siyaseta şaş a PKKê ya di 10 salên borî de, zordariya li ser gelê Rojava, dijberiya partiyên kurdistanî û hilweşandina yekitiya kurdan, her dijminê kurdan heye ket nav wê perçeya Kurdistanê. Ji dewleta tirk û dagirkirina bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, heta operasyonên çeteyên Şamê yên ku bûn sedema ji holêrakirina bi temamî ya statûya Rojava.
Apo, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed neçarî teslîmiyetê kirin
Gelê kurd di 19 salên borî de zêdetirî 22 hezar şehîd di parastina Rojava de dan, lê fermana Apo li ser Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hat ferzkirin ku dest ji her tiştî berdin, tevli pergala Şamê bibin û her tiştî teslîmî Ehmed Şerîf bikin. PKKê û rêberê wê yê li Îmraliyê, ji bo razîkirina Tirkiyeyê, Rojava li ser sêniyeke zêrîn pêşkêşî Şamê kir û tu statû li wir nehişt. Îro jî bi rûqaymî ve dibêje: “Tişta ku we li ser xeta Apo bi dest xistiye, hûnê bi heman rengî biparêzin û bi pêş bixin.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de KCKê behsa sîstema “Biratiya Gelan û Neteweya Demokratîk” kiriye û dibêje: “Ev sîstem wê bibe mînakek bêhempa li tevahiya Rojhilata Navîn.” PKKê gotiye: “Li ser bingehê azadiya jinê û pêkvejiyana birayane ya gelan (kurd, ereb, suryan, turkmen, ermen û çerkizan), modelek dêmokratîk û navxweyî hat avakirin ku bû mînak li Rojhilata Navîn.”
Biratiya gelan riya çeteyên Şamê vekir!
Biratiya gelan a ku PKKê banga wê ji bo Rojava dikir, rê li ber çeteyên Şamê vekir ku êrîşî Rojava bikin. Keç, xort û zarokên kurdan bi saxî serjê kirin, bi pûstalên qirêj pê li rûyê keçên kurdan kirin, keziyên wan jêkirin û şervanên kurdan bi saxî ji avahiyên bilind avêtin erdê.
Di bin navê biratiya gelan de, erebên tekfîrî yên Sûriyeyê kurd qetlîam kirin, lê hîn jî PKKe dibêje: “Biratiya gelan û neteweya demokratîk.” Belê, PKKe rast dibêje; PKKe dixwaze di bin navê biratiya gelan û sîstema demokratîk de qirkeriya kurdan li Rojava bike û tiştê mayî jî ji nav bibe.
PKKê behsa çûna Pêşmerge ji bo Kobanê nekir
Di derbarê şerê li dijî DAÎŞê û berxwedana Kobanê de, PKKê behsa ereb, Siryan û enternasyonalîstan kiriye û tenê behsa Pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye; mîna ku wê bi tenê Kobanê rizgar kiribe.
Wusa diyar e PKKê ji bîr kiriye ku heta wê kêlîka berî Pêşmerge derbasî Rojava bibe, %80ê Kobanê ketibû destê terora DAÎŞê. Bi gihîştina Pêşmerge di demeke kurt de û piştî dayîna şehîd û birîndaran, hevsengiya hêzê guherî û Pêşmerge mil bi milê şervanan Kobanê ji zora DAÎŞê rizgar kir.
Di bin “siyaseta PKKê” de gelê Rojava mezintirîn ziyan di dîroka xwe de dîtiye
Ji ber ku fermana Abdullah Ocalan bû ku Rojava bi temamî ji nav bibe û ji holê rabe, ne Colaniyê tirsonek û çeteyên wî bûn. Apo bixwe bû yê ku her hefteyê sê caran name ji Rojava re dişandin û ji wan re digot: “Xwe tesfiye bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.”
Bi kurtasî, Heta ku bandora PKKê li ser Rojava hebe û rêveberên Rojava fermanan ji Qendîl û Îmraliyê bistînin, tu guhertineke erênî di rewşa kurdan de li wê perçeya welat çênabe û kurd wê her gav bi planên mezintir re rû bi rû bimînin.