Hevşaredarê bajarê mezin ê Diyarbekirê Doğan Hatun dest ji karê xwe berda

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Doğan Hatun, îro Duşemê (20ê Tîrmeha 2026ê) bi awayekî fermî ragihand ku di çarçoveya “prensîba vekişînê” de dest ji posta xwe ya hevşaredariyê berdaye. Hatun li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê daxuyaniyek belav kir û spasiya xelkê Diyarbekirê kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de bi rêjeya nêzîkî %65 bawerî dabûn wî û ew wekî hevşaredar hilbijartibûn.
Doğan Hatun di daxuyaniya xwe de bal kişand ser sedemên siyasî û îdarî yên vê biryarê û eşkere kir ku piştî rexne û nirxandinên Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya partiya xwe, wî bi dilfirehî kêmasiyên xwe yên di dema xebatê de qebûl kirine. Hatun anî ziman ku di pêvajoya nû de nekarîbû di asta daxwaza partî û gel de bersiva berpirsiyariyan bide û di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan û pêşengiyê de negehiştiye asta ku jê dihat hêvîkirin.
Rêgiriyeke din a sereke ya li pêşiya xebatên Hatun pirsgirêkên wî yên tenduristiyê bûn. Navborî diyar kir ku di dema wezîfeya xwe ya du salan de 3 caran emeliyata anjiyoyê (angio) derbas kiriye û ev nexweşî ji aliyê fîzîkî ve bûye astengeke mezin ku ew nekaribe bi awayekî çalak tevlî kar û projeyên şaredariyê bibe.
Li aliyê din, Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) jî bi daxuyaniyeke fermî biryara vekişîna Doğan Hatun piştrast kir. DEM Partiyê ragihand ku daxwaza Hatun a ji bo vekişîna ji wezîfeyê ku berê pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên partiyê kiribû, ji aliyê lijneyan ve guncayî hatiye dîtin û bi fermî hatiye qebûlkirin.