PKKe ya hilweşyayî mercên xwe aşkere kirin: Bêy azadiya Ocalan Yasaya Çarçûve bê wate ye

Tevger-net

Brêvebirya PKKe ya hilweşyayî ragihand; divê qanûnek bê derxistin ku ji rêbertiyê heta şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike û got: “çareserî bi îradeya yekalî û ferizkirinê nabe”.

Brêvebirya rêxistina PKKe ya hilweşyayî ku navê xwe bo “Tevgera Apoyî” guhartiye, îro 20ê Tîrmeha 2026an daxuyaniyek derbarê dawîn pêşhatên pêvajoya çareseriyê da.

Tevgera Apoyî got: “Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê yasayek bê derxistin ku ji rêbertiyê heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e”.

Herweha destnîşan kir, eger dê ji bo çareseriyê yasayeke çarçoveyî ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe, belkî bi lihevkirina nêrînên dualî dibe.

Tevgerê herweha eşkere kir ku divê nêrîn û pêşniyarên ku Abdullah Ocalan kirine li ber çavan bên girtin û got jî: “Divê afrandina mercên azad yên Apo bi yasayekê pêk werê”.

Her derbarê yasaya çarçoveyî, rêxistina PKKê got: “Hinek kesayetiyên nêzîkî AKPê diyar kir ku di vê yasaya çarçoveyî de dê têkildarî Apo xalek nabe û kadroyên rêvebir jî li derveyî vê yasayê dê bêne hîştin. Yasayek eger azadiya fizîkî ya Rêber Apo li nava xwe negre dê bibe yasayek ku tu pirsgirêkan çareser neke. Bi rengekî eşkere dê bê wateya sabotekirina pêvajoyê”.