Şanda Îmraliyê peyama Öcalan eşkere kir: ‘Divê çek ji dewrê bên derxistin û rûpeleke nû bê vekirin’

Şanda Îmraliyê peyama Öcalan eşkere kir: ‘Divê çek ji dewrê bên derxistin û rûpeleke nû bê vekirin’

Şanda Îmraliyê derbarê hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi Abdullah Öcalan re daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew di helwesta xwe ya meşandina pêvajoyê de bi biryar in û ji bo bidawîanîna pevçûnan û danîna çekan, bang li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) û hemû saziyên pêwendîdar hate kirin ku berpirsiyariya xwe ya qanûnî bînin cih.

Di daxuyaniya şandeyê de bal hate kişandin ser ruhê banga 27’ê Sibatê û hate destnîşankirin ku tifaqa Kurd û Tirkan li Anatoliyê rastiyeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de ev nirxandin cih girt: “Heqîqeta ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan cuda bikî Kurd namînin, eger tu Tirkan ji Kurdan cuda bikî Tirk namînin’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike. Ji ber vê yekê, dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê avakirin ku hesasiyeta hemû aliyan berçav bigire.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa rapora Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Millî ya li TBMMê hate kirin û hate diyarkirin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya hiqûqî, divê nêzîkatiyên teng û ji rêzê bên terikandin. Hate gotin ku ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bên derxistin û rûpeleke nû ya aştiyê bê vekirin, pêwîstî bi gavên wêrek û nêzîkatiyeke bi sebir heye.

Şandeya Îmraliyê tekez kir ku ji bo berdewamiya vê tifaqê divê garantiyên hiqûqî bên dabînkirin û pergal veguhere hiqûqeke pozîtîf ku jiyana azad û wekhev li ser bingeha komareke demokratîk misoger bike. Hate diyar kirin ku dîrok firsendeke girîng dide ku ji nû ve jiyaneke hevpar û di nava edaletê de bê avakirin.

Di qonaxa dawî ya daxuyaniyê de, şandeyê banga Öcalan wekî “gavên dîrokî” nirxand û diyar kir ku ew ê di serî de bi TBMMê re û bi hemû aliyên siyasî û civakî re diyaloga çêker dewam bikin da ku pêvajo bigihe encameke mayinde û zagonî.