Hoşdariya pêşwext ya PKKê: Yasaya bêyî Ocalan red kiriye û ti kes wisa naçe male

Rêveberê PKKe ya hilweşyayî Duran Kalkan bêdengiya li hemberî yasaya çarçove û pêvajoya aştiyê şikand û ragihand; ti gerilayek bi vî rengî naçe malê û çekan jî na dane.
Duran Kalkan doh roja sêşemê 21ê Tîrmeha 2026an tevlî bernameya televizyona PKKê Medya Haberê bû û nirxandin ji bo yasaya çarçove û hewldanên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir.
Merca sereke Ocalan e!
Kalkan tekez dike ku heta mercên jiyan û xebata azad ji bo Ebdullah Ocalan neyên dabînkirin, ti gavên rastîn di pêvajoya aştiyê de naçin pêş û got: “Ev zêdetirî 2 mehan e hevdîtin nehatine kirin; ev yek nîşan dide ku desthilatiya Tirkiyeyê bi ciddî nêzî pêvajoyê nabe.”
Derbarê yasaya çarçove ku parlamentoya Tirkiyeyê hewla pejirandina wê dike, Duran Kalkan got: Her yasayek tenê ji bo “tesfiyekirin û çekdanîna gerillayan” be û mafê Ocalan û siyaseteke demokratîk tê de nebe, ji aliyê wan ve bi temamî tê redkirin.
Biryara çekdanînê û rola PKKê
Derbarê biryara hilweşandina stratejiya şerê çekdarî jî Duran Kalkan diyar kir ku tenê Ebdullah Ocalan dikare fermana danîna çekan bide û got: Lê bi vî rewşî ti gerilayek naçe malê; armanc vekirina rêyê ye ji bo siyaseteke demokratîk da ku hemû bi azadî beşdarî xebata siyasî bibin.