Dema xebata parlamentoya Tirkiyeyê hata dirêjkirin

Dema xebata parlamentoya Tirkiyeyê hata dirêjkirin

Dema xebata Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ku dihat payîn bikeve betlaneya havînê, bi biryareke fermî hate dirêjkirin. Encamên biryarê nîşan didin ku parlamentoyê biryar daye xebatên xwe heta 31ê Tirmehê bidomîne.

Di civîna Lijneya Giştî de, pêşniyara Koma AK Partiyê ya derbarê guherandina bername û rêza rojeva parlamentoyê de piştî nîqaşên germ ên di navbera aliyên siyasî de hat pejirandin.

Bi biryardariya nû, xebatên parlamentoyê ku berê dihat plansazkirin roja Înê, 24ê Tirmehê, bi dawî bibin û bikevin betlaneyê, hatin dirêjkirin. Li gorî plana nû, Civata Giştî dê roja Înê jî xebatên xwe bi awayekî asayî bidomîne.

Heke pakêta yasayî û pênşiyariyên di rojevê de di vê hefteyê de neyên temamkirin, parlamentoyê biryar daye ku hefteya bê jî xebatên xwe bidomîne da ku xebatên yasayî yên di rojevê de bi dawî bîne.