Yasaya Çarçoveyê: DEM Partî wê pêşniyarên Ocalan pêşkêşî partiyan bike

Piştî serdana 20ê Tîrmehê ya Şandeya Îmraliyê ya giravê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, nîqaşên li ser Yasaya Çarçoveyê zêde bûn.
Li gorî agahiyên ji jêderên Enqereyê hatine bidestxistin DEM Partî, wê ji bo Yasaya Çarçoveyê serdana partiyên siyasî bike û peşniyarên Abdullah Ocalan pêşkeşî partiyên siyasî bike.
Ji aliyê din ve piştî hevdîtina bi Ocalan re ya Şandeya Îmraliyê, Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di derbarê mijarê de serdana partiyên siyasî kir û piştî serdanan li parlamenê daxuyaniyek da.
Kurtulmuş di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dixwazin li ser pêşnumaya Yasaya Çarçoveyê, di navbera partiyên siyasî de hemahengiyek bihê pêk hanîn û partî piştî xebatên xwe yên li ser Yasaya Çarçoveyêî bi dawî kirin ew bihênin rojeva parlamenê.
Rêveberiya Tevgerê û DEM Partiyê jî gelek caran bi daxuyaniyan girîngiya diyarkirina statuya wek ‘Sernavbeynkar’ ê pêvajoyê ya Adullah Ocalan destnîşan kiribûn.
Tê gotin ku rewşa Abdullah Ocalan dê heta piştî qanûna çarçove were paşxistin, û şert û mercên xebata Ocalan dê werin baştirkirin da ku ew bikaribe civînên birêkûpêk bike.