Mistefa Karasû: Bêyî azadîya Ocalan pêvajo bê wateye u bîçekbûn bi tenê nabe çareserî

Mistefa Karasû endamê Konseya Rêveber ya KCKê îro ragihand; bêyî azadîya temam ya Ocalan, axaftin derbarê pêvajoya aştiyê bê wateye u got: Çekdanîn bi tenê nabe çare.
Mistefa Karasû îro roja yekşemî 26 Tîrmeha 2026ê tevli bernameyeka televizyona PKKê Medya Haberê bû u hin nirxandin derbarê pêvajoya çareseriyê u hevdîtina dawî ya bi Abdulla Ocalan kirin.
Karasû got: Guherînên demokratîk tu carî ji dewletê nayên hêvî kirin, lê pêwîstî bi zext u tîkoşîna rêkxistî a civakê heye.
Her wiha diyar kir, hevdîtina dawîn ya heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdulla Ocalan nîşan da ku kîşe hene lê hewlên çareseriyê jî didomin u got: Ocalan amaje kiriye ku divê dewlet bi nerîneke bêyî hêz û berteng nêzî pêvajoyê nebe.
Di mijara çekdanînê de jî Karasû got: Bêçekbûn bi tenê çareseriyê bi xwe re naîne, berevajî vê bêçekbûn kîşeyên nû u yên kûrtir diafrîne.
Derbarê statoya Ocalan jî endamê Konseya KCKê got: Merjê sereke eve ku bêyî dabînkirina azadîya xebatê u li dawiyê jî azadîya temam ya Ocalan, axaftin li ser çareserî u pêvajoya aştiyê bî wateye.
Herweha diyar kir, dvê rê li ber çalakiya siyasi were vekirin, zindaniyên siyasi weren azadkirin, û siyasetmedarên li dervê welatî bikarin bi serbestî vegerin.
Li dawiya axaftina xwe jî Karasû diyar kir ku pêvajoya aştiyê pêwîstî bi îradeya hevpar ya hemo pîkhatêyên Tirkiyê heye. Serkeftina van hewlan jî bi tîkoşîna medenî u rêkxistina civakî drust dibe, ne bi çaverêkirina gavên otomatîkî yên dewletê.