Li Batmanê êrîşeke çekdarî: Rêveberekî AK Partiyê û du kesên din hatin kuştin

Li Batmanê êrîşeke çekdarî: Rêveberekî AK Partiyê û du kesên din hatin kuştin

Di encama êrîşeke çekdarî de li bajarê Batmanê, endamê rêveberiya navçeyê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Mihemed Dîrek, kurê wî û biraziyê wî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya rojnameya “Cumhuriyet” a Tirkiyeyê, ev êrîşa çekdarî li Goristana Şaredariyê ya li Taxa Guneykentê (Güneykent) pêk hatiye. Kes an jî kesên ku nasnameya wan hêj ne diyar e, gule li Mihemed Dîrek, kurê wî Ercan û biraziyê wî Bekir reşandine. Di encama êrîşê de, her sê kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Piştî rûdanê, hêzên polîsan li derdora goristanê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtin û çûnûhatina herêmê sînordar kirin. Hevdem, ji bo eşkerekirina sedema vê bûyerê û destnîşankirina nasnameya êrîşkaran lêkolîneke berfireh hat destpêkirin.

Ji bo girtina tohmetbarên ku piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviyane, xebatên lêgerîn û şopandinê yên hêzên emniyetê berdewam in. Di vê çarçoveyê de, tomarên kamerayên ewlehiyê yên derdorê têne kontrolkirin û xeta revîna gumanbaran tê şopandin.