Çarenûsa Ocalan, Qendîlê û Gerîlayan di qanûna çwarçoveyî ya nû de aşkere bû

Carenusa Ocalan-info

Hin wirdekariyên veşartî yên qanûna çarçoveyê ya pêşniyar kirî aşkere bûn, ji wan vegera 8 hezar Gerîlayan, çarenûsa Ocalan, Qendîl û rêveberên rêxistinê.

Di derbarê naveroka qanûna çarçoveyê parlementerekî berê yê AK Partiyê ragihand, rayedarên rêxistinê dê nikaribin vegerin Tirkiyeyê,  qendîl dê were vala kirin û nêzî 8 hezar endamên rêxistinê jî vegerin.

Parlementerê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar, ku di heman demê de kadroyeke diyar ê wê partiyê ye, bi rêya medyaya civakî ragihand, qanûna çarçoveyê bi ti awayî lêborîna giştî nîne û dê ji bo salekê be.

Her wiha got, Abdullah Ocalan dê li Îmraliyê bimîne û rayedarên rêxistinê jî nikarin vegerin Tirkiyeyê.

Tayyar derbarê hejmara endamên rêxistinê ku dê sûdê ji qanûnê werbigrin diyar kir, dê nêzî 8 hezar endamên rêxistinê vegerin Tirkiyeyê yan jî li Iraq û Sûriyê bimînin û yan jî berê xwe bidin Ewrûpayê û dê Qendîl bi temamî were vala kirin.

Şamîl Tayyar got, endamên PKKyê dê 5 salan di bin kontrola edlî de bimînin û di wana salan de dê nikaribin xebatên siyasî bikin.

Her wiha got, eger nakokiyên derbarê naveroka qanûnê werin yekalikirin, dibe ku roja pêncşem û an jî înê pêşkeşî parlementoyê were kirin.