Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi zimanê Kurdî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi zimanê Kurdî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, li Navenda Çareseriyê ya ALO 153ê bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan kir û di warê rêveberiya pirzimanî de gaveke girîng avêt.

Navenda Çareseriyê ya ALO 153ê ku di bin banê Beşa Têkiliyên Giştî ya İBBê de xebatên xwe dimeşîne, berê bi zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî xizmet dida welatiyan. Bi vê rêzikname û guherîna nû re, zaravayê Kurmancî jî li zimanên xizmetguzariyê yên navendê hate zêdekirin da ku welatiyên Kurd bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî daxwaz, pêşniyar û giliyên xwe bigehînin şaredariyê.

Rayedaran destnîşan kir ku mebesta vê sepana nû, ku rojane ji aliyê deh hezaran niştecihên Stenbolê ve tê bikaranîn, hêsankirina gihîştina xizmetguzariyên giştî ye. Tê çaverêkirin ku ev gav bibe sedem ku welatî pirsgirêkên xwe yên şaredariyê bi awayekî zûtir û bi bandortir bi zimanê xwe bînin ziman.