Trajediya ku 12 sal in berdewam dike: Çarenûsa hezaransan Êzidiyan hêj ne diyar e

Trajediya ku 12 sal in berdewam dike: Çarenûsa hezaransan Êzidiyan hêj ne diyar e

Di salvegera 12an a Komkujiya Şingalê de, birîna kûr a Kurdên Êzidî û bîlançoya giran a encamên êrîşa DAIŞê bi hemû giranî û tirsa xwe li holê ye. Li gorî amara herî dawî ya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, zêdetirî 2 hezar û 500 kesên Êzidî hêj jî winda ne û ti agahî li ser qedera wan nînin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaîdî, ku saziya wî girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama vê felaketa mirovî de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî rasterast ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

Agahiyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî hatine erêkirin nîşan didin ku beriya karesata 3yê Tebaxa 2014an, nifûsa Êzidiyan a li Şingalê û derdora wê nêzî 550 hezar kesî bû. Îro piştî 12 salan, nêzî 136 hezar Êzidî hîn jî di nav mercên dijwar ên kampan de dijîn û zêdetirî 189 hezar kes jî li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê bi cih bûne.

Li herêma Şingalê heta niha 93 gorên bikom hatine tespîtkirin ku ji van goran cenazeyên 296 şehîdan (41 jin û 255 mêr) hatine derxistin û radestî malbatên wan hatine kirin. Rayedaran dan zanîn ku hîn jî gelek gorên bikom ên nehatine vekirin hene û di heman demê de 68 perestgeh û cihên pîroz ên Êzidiyan di dema dagirkeriyê de hatine hilweşandin.

Di destpêka êrîşê de bi giştî 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî (3,548 mêr û 2,869 jin) hatin revandin. Bi hewldanên berdewam heta niha 3 hezar û 595 kes (1,213 jin, 339 mêr, 1,079 keç û 964 kur) ji destê terorê hatine rizgarkirin.

Heta vê kêliyê çarenûsa 2 hezar û 526 kesan (1,215 jin û 1,311 mêr) nediyar e û xebatên saziyên pêwendîdar ên ji bo dîtina wan berdewam dikin.